LEZGÎN

Li Enqereyê êrîş bi ser otobusa Amedê de birin: 4 birîndar

Li Enqerê, li ser rêya hawîrdorê li dijî otobusa ku diçû Amedê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li ser rêya hawîdorê ya Enqerê, di jêderketina rêya Keçîoren- Etlîkê de, li dijî otobêsên rêwiyan êrîşeke çekdarî hate kirin. Di êrîşên bi ser otobusên Qers û Amedê de, 4 kesên di otobusa bi plakaya 54 AV 439 ku ber bi Amedê ve diçû, birîndar bûn. Navên birîndaran; Selahattîn Aslan, Selçûk Yağiz, Mûfît Kara û Zulfu Kirmiziçîçek e.

Piştî êrîşê gelek polîs ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin û birîndar jî şandin nexweşxaneyên derdorê.