Li Enqereyê dîsan gaza polîsan
Li Enqereyê dîsan gaza polîsan
Li Enqereyê dîsan gaza polîsan
Li Enqereyê çalakiyên ku ji bo piştevaniya berxwedana li Parka Gezî têne kirin, rastî heman êrîşên polîsan tên. Şeva din jî 5 hezar kesên ku li ser rêya Kenndy kombûn polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir.
Şeva din li rexmî ewlekariyên berfireh yên polîsan yên li semtên Kizilay, Bakanliklar, Tunali û Esatê jî 5 hezar kes li ser rêya Kenndy hatin gel hev. Protestovanên ku li dijî AKP’ê û Tayyîp Erdogan slogan avêtin, li hember anonsa polîsan ya belav bibin jî berxwedan. Li ser vê yekê polîsan bibombeyên gazê û ava şid êrîşî protestovana kir. Hate diyarkirin ku, di bûyeran de birîndar hebûne, çalakî heta kolanên navberê jî dom kir.
Li aliyê din hate îdiakirin ku, wesayîtekê qurneya wesayîtê lêxist û kete nava polîsan. Wesayît hate rawestandin û ajovan hate binçavkirin.
Nêzî hezar kesên ku li ser rêya Dîkmen kombûn, rê li trafîkê girtin. Li vir koma ku xwest bimeşe Qada Kizilay polîsan asteng kir, çalakvana jî çalakiya xwe li ser cadeyê berdewam kir. Protestovanên ku govend girêdan sloganên “Her der Taksîm, her der berxwedan” qîriyan.