Li Enqereyê 23 kes veguhestin dadgehê
Li Enqereyê 23 kes veguhestin dadgehê
Li Enqereyê 23 kes veguhestin dadgehê
23 endamên ESP, Halkevlerî, SDP, ODP, Odak û Kaldiraç ku bi hinceta tevlî çalakiya berxwedana Parka Gezî bûne û di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê û kontrola edlî veguhestin dadgehê.
Ji 23 kesên ku karên fermî ên li dozgeriyê xilas bûn, 19 jê bidaxwaza girtinê 4 kes bidaxwaza kontrola edlî veguhestin dadgeha nobedar.
Navê kesên ku bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê wiha ne: Sercan Ulu, Eren Altun, Huseyîn Cengîz Gultekîn, Murat Bozkurt, Taner Aka, Yusuf Bahtiyar Ozkan, Hasan Koç, Mehmet Aka, Denîz Can Aydin, Yadigar Vuruşaner, Ferhat Bukuş, Mehmet Can Tayşan, Cem Lafçi, Cîhat Agtaş, Yener Çiraci, Ulaş Kaman, Mert Arslan, Sila Uzunpinar û kesekî ku navê wî nehate zanîn.
Navê kesên ji bo kontrola edlî jî hatine veguhestin wiha ne: Endamên ESP Orhan Goren, Oguzhan Akça, Tayfûn Tutulmaz û Dogukan Aydin.