Li Enqereyê 13 kes hatin girtin

Li Enqereyê 13 kes hatin girtin

Li Enqereyê ji 19 kesên ku bi îdiaya piştgirî dane berxwedana Parka Gezî, veguhestibûn dadgehê 13 jê hatin girtin.

Bi hinceta ku li Enqereyê di 25’ê Hezîranê de roja Sêşemê tevlî çalakiyên Parka Gezî bûne, polîsan di ser 30 navnîşana de girtbû. Di encama serdegirtinê de 23 kesên hatibûn binçavkirin, duh di demjimêrên sibehê de ji bo îfadeyên wan werin girtin li dozgeriyê bên girtin, veguhestin Edliyeya Enqereyê. Piştî karûbarên fermî ên dozgeriyê ji 19 kesên veguhestin dadgehê, endamê ESP’ê Cem Lafçi serbest hate berdan. Endamek din ê ESP’ê Emre Altun, endamê Halkevleriyê Umut Tekturk, xwendevanê kovara Kaldiraç Parêzer Mehmet Aka û du kesên navên wan nehatin zanîn bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 13 kesên din jî hatin girtin.

Li aliyê din jî Hêzên Kedê û Demokrasiyê duh li ber  Edliyeya Enqereyê bi armanca protestokirina girtinan daxuyaniyuek dan çapemeniyê. Seroka ESP’a Enqereyê Fadîme Çelebî daxuyanî da û da diyarkirin ku, hikumeta AKP’ê li hemberî berxwedana Parka Gezî a Taksîmê û serhildana gel ya çêbûyî êrîşên tolhildanê didomîne. Çelebî destnîşan kir ku, bi van êrîşên tolhildanê kesimên şoreşger, sosyalîst û muxalif hedef têne girtin. Çelebî anî ziman ku, polîsê ku Ethem kuşt, bi parastina rewşa serbest hate berdan û got, “Dewletê dîsan zarokên xwe ên baş parast. Ev bêhiqûqiya ku li hember qetilkirina Ethem pêkhat, me dibînin ku mixabin li hember şoreşger û sosyalîstan pir dijwar vedigere.”