Li Enqerê xwepêşandan

Li Enqerê xwepêşandan

Li Enqerê, duh bi şev komeke ji xwepêşandêran li Kolana Kennedy çalakiyek li dar xist û bi polîsan re pev çû. Pevçûn heta berbanga sibehê dewam kir.

Duh derengiya şevê, komek ji xwepêşandêran bi konteynirên çopê bend danî û rê li trafîkê girt. Bi hatina polîsan li cihê bûyerê re pevçûn derket. Polîsan bi TOMA'yan benda xwepêşandêran rakirin û pevçûn heta ber destê sibehê dewam kir. 

Hat ragihadin ku polîsan dezgeha çalakvanan a li Parka Kûgûlû jî rakiriye.