Li Enqere û Stenbolê operasyonên nelêrêtiyê
Li Enqere û Stenbolê operasyonên nelêrêtiyê
Li Enqere û Stenbolê operasyonên nelêrêtiyê
Li Stenbolê vê sibehê polîsan operasyonên ‘ruşvet’ û ‘nelêrêtiyê’ meşandin û di nava wan de karsaz Alî Agaoglu û kurê wezîrê aboriyê jî heye bi giştî 22 kes hatin binçavkirin.
Hate diyar kirin ku operasyon ev saleke bi awayekî şopandina teknîkî û fîzîkî didomiya û vê sibehê hat destpêkirin. Operasyonên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Sûcên Malî yên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hat meşandin, di nav de karsaz Alîagaoglu, kurê wezîrê aboriyê Zafer Çaglayan, Akin Çaglayan û hevserê stranbej Ebru Gundeş Reza Zerrab jî heye 22 kes hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna ruşvet û tevlikirina fesatê ya îhaleyên cemawerî de bi ser 18 navnîşanan de hate girtin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.