Li Enqere û Stenbolê çalakî: Girtiyên nexweş dimirin!

Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin û hate ragihandin ku dewletê girtî terkî mirinê kirine.

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 275’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li hev kom bûn. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê pêk hat. Endama ÎHD’ê Sevîl Tûrgût di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Seyfettîn Bahar ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.

Tûrgût da zanîn ku Seyfettîn ji roja ketiye girtîgehê nexweşînên cuda lê peyda bûne û 12 sal in dermankirina wî pêk nayê. Tûrgût diyar kir her ku diçe rewşa Bahar giran dibe û tevî ku 3 sal berê ji bo dermankirinê randevû hatiye xwestin jî lê nayê dermankirina wî pêk nayê. Tûrgût got divê demildest Bahar were dermankirin û bi vê yekê re jî were berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan di hefteya 403’yemîn de carek din xwestin çalakiya “Rûniştina F” li Meydana Galatasarayê li dar bixin. Lê polîsan destûr neda çalakî li Meydanê pêk were. Li ser vê yekê çalakvanan wek her hefteyê li ber avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankart hatin hildan. 

Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî da û got: “Em êşkence, tundî, kuştin û girtin û binpêkirina mafan naxwazin. Em dixwazin bi rûmet û mafên xwe bijîn.”  Acettîn da zanîn ku vê hefteyê girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr ê ji sala 2001’an ve girtî ye mijara çalakiya wan e û got gelek nexweşînên giran pê re peyda bûne. Acettîn got rewşa tenduristiya Cîhat Ozdemîr krîtîk e. Acettîn da zanîn ku tevî ewqas nexweşîn jî lê nexweşînên Ozdemîr li qeydan nehatiye zêdekirin. Ozdemîr bang kir ku Cîhat Ozdemîr demildest were berdan. 

Xwişka Ozdemîr, Elîf Ozdemîr jî rewşa dawî ya kekê xwe anî ziman û got: “Ev demek dirêj e kekê min bi nexweşîna penceşerê ketiye. Lê keke min nayê dermankirin. Dema wî dibin nexweşxaneyê jî bijîşk pê re eleqedar nabin. Her çiqas em gilî dikin jî encamek jê dernakeve. Em dixwazin girtiyên nexweş hemû gavek berê gavekê werin berdan.”