Li Enqere û Dîlokê operasyonên qirkirina siyasî

Li Enqereyê 6, li Dîlokê jî 4 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê rejîma AKP/Qesrê ve tên meşandin, dewam dikin. Li Enqere û Dîlokê 10 ciwan hatin binçavkirin.

ENQERE

Li Enqereyê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan û 6 xwendekar binçav kirin. Navê 4 ji van xwendekaran wiha ye: Yekta Erpolat, Îbrahîm Îşçîmen, Mehmet Karadaşoglû û Yîgît Aslan.

Hat ragihandin, xwendekarê bi navê Hasan ê paşnavê wî nehate hînbûn, di çarçoveya dosyayek li Tokatê hate binçavkirin.

DÎLOK

Li Dîlokê jî 4 kes, ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kirine' ji mala xwe hatin binçavkirin. Bariş Şanda, Abdullatîf Gumuştekîn, Şervan Ayçîçek û Hekîm Yalçin di serdegirtinê de ji aliyê polîsan ve li malên xwe hatin binçavkirin.

Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.