Li Enqerê hevdîtina MÎT û MOSSAD'ê

Li Enqerê hevdîtina MÎT û MOSSAD'ê

Derket holê, Serokê MOSSAD'ê Tamîr Pardo, bi Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin kiriye.

Derket holê, Enqerê ji civîneke bilind a îstixbaratê re mêvandarî kiriye. Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, ji serdegirtina Mavî Marmara û vir ve yek ji danûstandinên asta bilind, li qada îstîxbaratê de rû da. Serokê MOSSAD'ê Tamîr Pardo bi Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Hat ragihandin, di hevdîtinê de di serî de Îran û Sûriye mijarên ewlekariyê yên herêmî hatine nirxandin.