Li Enqerê faşîstan êrîşî standa HDP’ê kirin

Komeke faşîst êrîşî standa HDP’ê ya li ser Rêya Sakaryayê kirin. Esnaf xwedî li HDP’yiyan derketin, polîsan jî koma nîjatperest dorpêç kirin û ji HDP’yiyan daxwaz kirin ku dawî li xebatên hilbijartinê bînin.

Komeke faşîst êrîşî standa HDP’ê ya li ser Rêya Sakaryayê ya Enqereyê kirin. Koma nîjatperest a ku li dersxaneyeke nêzî herêmê ala Tirkan daliqandin, destpêkê heqaret li HDP’yiyan kirin. Piştre jî koma ku ji dersxaneyê derketin bi komeke din re bûn yek û dest bi sirûd xwendinê kirin.

Piştre jî komê bi nîşanên nîjatperestî êrîşî standên HDP’ê kirin. Piştî aloziyên dem kurt kom ji standê hate dûrxistin. Di vê navberê de esnafên li herêmê ji bo piştgirî bidin HDP’ê koma nîjatperest ji rê dûr xistin.

Polîsên ku piştî demeke dirêj hatin cihê bûyerê, bi hinceta ewlekariyê kom dorpêç kirin.Polîsan daxwaz ji HDP’yiyan kirin ku standê bidin ber hev û ji herêmê dûr bikevin. HDP’yiyan jî diyar kirin ku wê xebatên hilbijartinê bidomînin, ji herêmê dûr nakevin.