Li emniyetê mirina bi guman

Eren Uzun ê ku li navçeya Kemalpaşa ya Îzmirê hatibû binçavkirin, hat îddîakirin ku li nezaretxaneya jendirmeyan xwe kuştiye.

Duh li marketekê bi hinceta ku Eren Ûzûn kêr li jinekê kêşandiye hatibû binçavkirin, hat îddîakirin ku Eren Ûzûn li nezaretxaneya Qereqola Jendirmeyan a Kemalpaşayê xwe bi hesinên nezaretxaneyê ve daliqandiye. Hat îddîakirin ku Ûzûn bi gomlekê xwe daliqandiye. Cenazeyê Ûzûn ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmirê.

Xalê Ûzûn Erkan Gurleç ragihand ku nezaretxaneya ku Ûzûn xwe lê daliqandiye bi kamereyan tê şopandin lê dema ku xwe daliqandiye kes ne li ber kamerayê bûye.

Gurleç diyar kir ku di mirina Ûzûn de îxmal heye û ew ê gilî bike.