Li Elmanyayê protestoyên komkujiya Enqereyê

Komkujiya li Enqereyê, li gelek bajarên Elmanyayê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Di meşên li Bîelefeld, Braûnschweîg û Osnabruckê de dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Komkujiya li Enqereyê, li gelek bajarên Elmanyayê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Di meşên li Bîelefeld, Braûnschweîg û Osnabruckê de dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

BÎELEFELD

Meşa li bajarê Elmanya Bîelefeldê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin. Bi qasî sed kes beşdarî meşê bûn û wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dst dan û alên HDP'ê hilgirtin.

Girseya gel lenet li AKP û Erdogan anî û heta ber konê agahdarkirinê meşiya. Li vê derê, deqeyek rêz hat girtin û li ser komkujiyê axaftin hatin kirin. Qisekeran destnîşan kirin, ku berpirsyarên komkujiyê Erdogan û AKP ne û bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

BRAÛNSCHWEÎG

Di çalakiya li bajarê Elmanya Braûnschweîgê de dewleta Tirk aht şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin û 2 hezar kes beşdar bûn.

Girseya gel a saet di 15:00 de li Meydana Schlos li hev civiya, deqeyek rêz girt û dûre bi hilgirtina dowîz, flama, al û pankartan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de belavoka li ser komkujiyê ya ji aliyê DÎDF'ê ve hatibû amadekirin, hat belavkirin.

Li dû meşê, li heman meydanê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li mîtîngê de polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê hatin şermezarkirin û banga dengdayînê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê hat kirin.

OSNABRUCK

Komkujiya Enqereyê li bajarê Elmanya Osnabruckê jî bi çalakiyeke girseyî hat şermezarkirin. Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, saet di 16:00 de li ber Osnabruck HBF destpê kir.

Di meşa ku bi qasî 300 kes beşdar bûn de gelek Elman jî amade bûn. Çalakvanan dirûşmên "Kujer Erdogan wê hesap bide", "Terorîst Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Elmanya qedexeya li ser PKK'ê rake", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ bombe dike" qîriyan.

Meşê heta ber avahiya Şano ya Bajêr dewam kir. Li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer li vir peyivî û anî ziman ku Erdogan li hemberî gelê Kurd şerek daye destpêkirin. Koçer destnîşan kir ku ev şer wê Erdogan biqedîne. Koçer ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan.

Dûre Serokê AKM Mûstafa Dede peyivî û got, "Elewî dibêjin; em li dijî şer in, em alîgirê aştî û mazlûman e, em dijberê zaliman e. Wê demê divê em helwesta xwe rast nîşan bidin."

...