Li Elmanyayê ‘panelên Kobanê’ hatin betalkirin

Li Elmanyayê ‘panelên Kobanê’ hatin betalkirin

Panelên bi mijara “Kobanê” ên dihat xwestin li Zanîngehên Hamburg û Duîsburg-Essen bên lidarxistin, ji aliyê rektoriyê ve bi sedema “Êrîşên Selefiyan” hatin betalkirin.

Panelên ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve dihat xwestin li zanîngehên Hamburg û Duîsburg-Essen bi mijara “Kobanê” bên lidarxistin bi sedema “Êrîşa Selefiyan” hatin betalkirin. YXK’ya nerazîbûn nîşanî biryarê da, got ku ev panelên dihat xwestin ji aliyê meclîsên xwendekaran ên zanîngehên Essen û Hamburg bên lidarxistin, ji aliyê rektoriya zanîngehê ve bi sedemên bêbingeh hatine betalkirin û bi tundî şermezar kir. Xwendekarên Kurd biryar kêfî û antîdemokratîk nirxandin û gotin, “Panelên, hefteya buhrî bi navê ‘Şoreşa Rojava û DAIŞ’ li bajarên Frankfurt û Essen hatin lidarxistin, bi serkeftineke mezin pêk hatin û bi sedan kesên tevlî van xebatên zanistî bûne, ronî bûne. Ev xebatên bi vî awayî li şûna ji aliyê zanîngehan ve yekalî bên betalkirin, eger Elmanya û zanîngeh li hember çeteyên DAIŞ-Selefî tedbîran bigirin û Elmanya li dijî  van pêkhateyan polîtîkayeke hê cidî û encamgir pêş bixe wê rasttir be.”