Li Elmanyayê ‘nepenîtiya’ li ser îxracata çekan wê rabe?

Li Elmanyayê ‘nepenîtiya’ li ser îxracata çekan wê rabe?

Der barê nêzîkatiya kêfî ya Elmanyayê ya firotina çekan a ji bo welatên zextdar, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tê payîn. Parlamenterên Partiya Keskan di sala 2011’an de serlêdan kirin û tê daxwazkirin ku biryarên hikûmet der barê îxracata çekan de digire divê zelaltir be û li dijî mafê agahîgirtinê ya Meclîsa Federal rêzdar be.

Doza li Dadgeha Destûra Bingehîn a bajarê Karlsruhe didome, di 2011’an de piştî ku Elmanyayê ji bo Suudî Erebîstanê 200 panzerên Lepord firotibû, hat vekirin. Heman salê Suudî Erebîstanê çek ji bo mudaxaleya çalakiyên li dijî rêveberiya Bayrenê şandibû welat û vê rê li ber gelek mirin û binpêkirina mafan vekiribû.

Li gorî qanûna Elmanyayê ji bilî berjewendiyên taybet ên derve û yên der barê polîtîkayên ewlehiyê de, li welatên ku binpêkirina mafan tê jiyîn, firotina çekan qedexe ye. Lê hikûmetê îdîa kiribû ku ew rêveberiya Suudî Erebîstanê wek stabîlîzasyona herêmê dibîne û  îxracata tankên Leopard jî bi vî awayî parastin bû.

GELEK TIŞT VEŞARÎ NE

Destûrên der barê firotina çekan de ji aliyê Wezareta Aboriyê ve tê dayîn. Ji aliyê Konseya Ewlehiya Federal ve jî tê lêkolînkirin û biryara wê tê dayîn. Lê der barê hemû destûr û berfirehiya îxracata çekan de agahî veşarî tên girtin. Meclîsa Federal du hefte piştî civîna konseyê tê agahdarkirin. Di van agahdarkirinan de gelek agahiyên girîng ji ber hinceta ‘veşariyê’ tê veşartin.

DIVÊ MECLÎSÊN FEDERAL KONTROL BIKIN

Parlamenterê Partiya Keskan Hans-Chrîstîan Strobela, Claudîa Roth û Katja Keul doz vekiribûn. Parlamenteran diyar kiribû ku divê pêşî lê bê girtin ku agahî ji endamên meclîsa federal neyê veşartin.

Parlamanteran di serlêdanê de got ku kontrola der barê îxracata çekan de ji aliyê dadgeha ve ne pêkan e û got ku ev ancax a ji aliyê Meclîsa Federal ve bê kirin.