Li Elmanyayê Komkujiya Şengalê û AKP hatin protestokirin

Li bajarên Elmanya Bremen, Frankfûrt, Bonn û Aachenê, Komkujiya Şengalê hat protestokirin. Di çalakiyan de her wiha polîtîkaya şer a AKP'ê, êrîşên hewayî û tecrîda li ser Ocalan jî hatin şermezarkirin.

Li bajarên Elmanya Bremen, Frankfûrt, Bonn û Aachenê, Komkujiya Şengalê hat protestokirin. Di çalakiyan de her wiha polîtîkaya şer a AKP'ê, êrîşên hewayî û tecrîda li ser Ocalan jî hatin şermezarkirin.

BREMEN

Li bajarê Elmanya Bremenê, Komkujiya Şengalê û Komkujiya gundê Zergelê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Bremenê, Komîteya Piştgiriyê ya Kurdistanê, Meclîsa Aştiyê, Yekîtiya Elewiyan, YEK ve hat lidarxistin de, banga naskirina Komkujiya Şengalê li Elmanya û dewletên Ewropayê hat kirin. Her wiha ji rêveberiya PDK'ê hat xwestin ku tavilê dawî li polîtîkayên xwe yên li hemberî Şengalê bîne. Wekî din hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, dawî li êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê werin anîn, qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê wre rakirin û desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê hat şermezarkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin. Jinên li navenda Frankfurtê Haûptwache civiyan, bal kişandin ser bêdengiya dewletan a li pêşberî komkujiya li Şengalê û gotin, "Jin li hemberî zîhniyetên mêr û paşverû berxwedaneke mezin nîşan dan. Berxwedana Arînan nîşaneya vê ye. Jinên Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê ya li hemberî van çeteyan mezintir dikin." Di çalakiyê de hat ragihandin ku AKP konsepta şer xistiye meriyetê û hat gotin, "Pêwîste AKP tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe ya berjewendîparêz û qirêj berde." Di çalakiyê de 1. Konferansa Meclîsa Jinên Êzidî hat silavkirin.

BONN

Li bajarê Bonnê jî komkujiyên Şengal û Zergelê û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. Nûnera Tevgera Jinên Azad di axaftina xwe ya li vir de ji DAIŞ'ê û destekvanên wê re got, "Kurd li her cihê lê ye, berdêla wê çi dibe bila bibe, wê li dijî we bisekiin." 

Nûnera Azadî Monîka Morres jî da xuyakirin ku zêde mezinnebûna komkujiyan bi saya PKK, YPG û YPJ'ê ye. Morres ji hikûmeta Elmanya xwest alîkariyê bidin Êzidiyan û qedexeya li ser PKK'ê rake. 

Nûnerê PYD'ê Şêx Xelef jî, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar ên destekê didin DAIŞ'ê şermezar kir û nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku gel naparêze.

Ji Partiya Çep a Elman Jurgen Repschlagergot, "Erdogan dibêje ez li DAIŞ'ê dixim, lê derewan dike. Li ciwanên Kurd, sosyalîst û PKK'ê dixe" û nerazîbûn nîşan da

AACHEN

Li bajarê Aachenê TJK-E bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina Komkujiya şengalê çalakiyek lidar xist. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser desteka mezin a AKP dide DAIŞ'ê û AKP hat şermezarkirin.