Li Elmanyayê ji ciwanên Rojava semînera li ser zimanê dayikê
Li Elmanyayê ji ciwanên Rojava semînera li ser zimanê dayikê
Li Elmanyayê ji ciwanên Rojava semînera li ser zimanê dayikê
Ciwanên Rojava her çiqas ji welatê xwe hatibin qutkirin jî, bi xebatên xwe yên çandî û perwerdehî li derveyê welat dibin mînak.
Li bajarê Herne a Elmanyayê ciwanên Rojava di bin bana Komeleya Silava de hatin cem hev û xebatên ziman, çand û perwerdê avakirin.
Jin û ciwanên rojava li komeleyê xebatê folklor, muzîk û perwerdê dimeşînin û vê hefteyê jî li ser zimanê Kurdî semînerek lidarxistin.
Rêvebera Komeleya Silava û berpirsa xebatênciwanan Rojda Abdalla û Rihan Derwêş jî di nav de nêzî 30 ciwanî tevli semînerê bûn.
Ji Entîtuya Kurd a Elmanyayê Aysel Avesta Aydin pêşandane ‘Girîngiya zimanê Kurdî’ pêk anî û zimanê Kurdî têkiliya wê ya bi dîrok û çandê re girt det û got komkujî û asîmîlasyona li zimanê Kurdî hêj di dewrê de ye.
Aydin got ligel vê klam û lorînên dayikên Kurd, pêşî li tunebûna zimanê Kurdî girtiye û zimanê Kurdî îro di wêjeya nivîskî de li her derê cihanê cihê xwe girtiye.
Aydin da zanîn ku Kurdên neçar mane ji welatê xwe koç bikin li welatên Ewropayê jî wek tirk, ereb û fars tên dest girtin û got ev şaşe. Aydin da zanîn ku ji bo Kurd bi nasname û zimanê xwe bên nasîn pêşnûmepirs dane parlamentoya Eworpayê û got divê ev bê şopandin.”
Ciwanan di civînê de pirsgirêk û çareseriyên wan nirxandin.
Li ser daxwaza Kurdan soza kud ê Enstîtuya Kurd Elmanyayê hefteyê carekê bo ciwanan dersa kurdî bide hat dayîn.