Li Elmanyayê ji bo yekîtiya Êzîdiya civîn
Li Ewropayê di pêşengtiya Meclisa Şengal a Derveyî Welat de li Mala Êzîdî ya Weselê ji bo yekîtiya civaka Êzidî bl xurtirkirin û di xweseriya Şengalê de rol bilîzin civînek hate lidarxistin.
Li Ewropayê di pêşengtiya Meclisa Şengal a Derveyî Welat de li Mala Êzîdî ya Weselê ji bo yekîtiya civaka Êzidî bl xurtirkirin û di xweseriya Şengalê de rol bilîzin civînek hate lidarxistin.
Bi pêşengtiya Meclisa Şengal a Derveyî Welat, li bajarê Wesel ê Eyaleta Ren-Vestfalya ya Elmanyayê civaka Êzîdî ji bo yekîtiya xwe xurtirbike û di Xweseriya Şengalê de rol bilizin civînek li dar xistin. Gelek Şengaliyên ku ji Holanda, Belçîka û deverên cuda hatibûn tevlê civînê bûn. Li ser rewşa dawî a Şengalê û Xweseriya Demokratîk, xwedî derketina YBŞ/YJŞ ê nirxandin hatin kirin. Di nirxandina de yekîtiya Civaka Êzîdiyan derket pêş.
Hevserokê Meclîsa Şengal a Derveyî Welat Fîkret Îgrek, kar û barên di derbarê Şengalê de hatine kirin bi beşdarvanan re parvekir û got: “ Divê em wek Civaka Êzîdî hev qebûl bikin û yekîtiya xwe xurtbikin.” Îgrek bi bîr xist ku divê êdî em nîqaşên wek Êzîdiyên Bakûr,Başûr an jî Şengalê berdin, em hemû Êzîdîne. Êdî pêwîste em xwe bi rêxistin bikin û em xwe bi rê ve bibin.
Di dawiya civînê de, ji bo Hollanda û Belçîkayê 2 komîte hatin hilbijartin.