Li Elmanyayê ji bo sîxûrê MÎT’ê Sayan cezayê mîna xelatê!

Dadgeha Hambûrg ê têkildarî sîxûrê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ê li Ewropayê di derbarê siyastmedarên Kurd de agahî kom diki û plansaziya sûîkastê dikir, ceazayeke mîna xelatkirinê lê birî. Mehmet Sayan bi şertê ‘kontrola edlî’ hate berdan.

Darezandina sîxûrê MÎT’ê Mehemet Fatîh Sayan ê li Ewropayê di derbarê siyasetmedarên Kurd de agahî kom dikir û plansaziya sûîkastan dikir li bajarê Hambûr g ê Elmanyayê bi necam bû. Dadgeha Bilind a Hambûrgê biryara xwe ya têkildarî Sayan ê ji 15’ê Kanûna 2016’an ve girtî û nêzî meheke ku doza wî dom dike, eşkere kir, belgeyên plana sûîkastê ya li dijî siyasetmedarên Kurd ji nedîtî ve tên.

Dadgehê bibîr xist ku Sayan ji Çileya 2016’an heta Mijdara 2016’an li Elmanyayê têkildarî Kurdên li vî welatî dijîn ji bo îstixbarata Tirk agahî kom dikir, destnîşan kir ku ji bo vê erkê jî Sayan 20,950 Eûro pere jî girtiye. Lê tevî van agahiyan jî tevî îfadeyên Sayan ên di bin çavan de hatin girtin jî dadgehê cezayê herî sivik dayê.

JI BO SAYAN CEZAYÊ DAXISTINA ‘NE PISPOR E’!

Serokê dadgehê hinceta biryara xwe jî weke Sayan karên biçûk dikir û ji bo dewleta Elman ne metirsî û gef bûn. Serokê dadgehê destnîşan kir ku mijara sereke şerê navxweyî yê Tirkiye gihiştiye xaka Elmanya, îdîa kir ku xebatên sîxûriyê yên Sayan ne pispor in.

Dadgehê destnîşan kir ku cezayê dozgeriyê yê 2 sal û 6 me ji bo Sayan hatî xwestin zêde ye, biryar da ku Sayan bi şertê ‘kontrola edlî’ bê berdan. Biryara dadgehê ya ji bo Sayan mîna xelatkirinê hate nirxandin. Roja 15’ê Kanûna 2016’an a dema hatî binçavkirin destûra mafê rûniştinê bi dawî bibû û Sayan çûbû Daîreya Penaber û Koç a Hambûrgê daxwaza mafê rûniştinê kiribû.

ÎFADEYA XWE HERTIM DIGUHERAND!

Sayan bi vê biryara dadgehê, dikare li Elmanyayê bimîne. Dozger jî li dijî dadgehê bibîr xist ku Sayan ji sala 2013’an ve ji îstixbareta Tirkiyeyê re kar dike û ji bo vê jî 30 hezar Euro pere wergirtiye.

Sayan piştî ku nasnameya wî ya sîxûrtiyê kifş bû roja 12’ê Kanûna 2016’an çû Daîreya Penaber û Koç a Federal ya li Hambûrgê û daxwaza mafê rûniştinê kirîbû. Sayan di îfadeya xwe ya destpêkê de diyarkirî bû ku di tîma sûîqastê ya MÎT’ê ya li dijî siyasetmedarên Kurd de cih digre. Sayan di Sibata 2017’an di Teşkîlata Emniyetê ya Federal de tiştên cuda gotibû.

Sayan haman helwestên xwe di rûniştina dozê de jî da nîşandan, sûcên ku ji bo wî dihatin gotin hemû weke tesadûf binavkir û red kir. Sayan dixwest sûcê MÎT’ê bêxe li ser polîsên Cemaeta Gulen. Sayan di rûniştina dozê de wiha got: “Nûçeyên ku di derbarê min de derdiket, ji bo serlêdana mafê rûniştinê weke ku rast in min qebûl kir.”

Nûçeyên têkildarî mijarê:

https://anfkurdi.com/rojane/planen-suikaste-yen-mIt-e-bi-koc-re-ne-sinordar-bun-86315

https://anfkurdi.com/rojane/parezere-sixure-mIt-e-sayan-ceteyen-daiS-e-ji-dipareze-85823

https://anfkurdi.com/rojane/dosyaya-belgeya-suikaste-85672