Planên suîkastê yên MÎT’ê bi Koç re ne sînordar bûn

Cîhan Erol: ‘Ez ji gefên li ser min û tiştên hatine ber guhê min derdixim. Suîkast tenê bi Yuksel Koç re wê sînordar nemane. Di hedefê de gelek siyasetmedarên Kurd hebûn.’’

Danişîna sîxûrê MÎT’ê Fatîh Sayan li Dadgeha Cezaya Bilind a Hambûrgê berdewam kir. Cîhan Erol a ku Sayan îfşa kirî û agahî, belgeyên derbarê ku Sayan sîxûrê MÎT’ê ya gihandî rojnameya Yeni Ozgur Polîtîkayê re axivî .Cîhan Erol, duh li dadgehê îfade da. Erol a ku derbarê têkiliya bi MÎT’ê ya Sayan re bi berfirehî agahî dayî, ji ber ku qebûl nekiribû ku bi MÎT’ê re bixebite diyar bû ku tundiya fizîkî û zayendî li ser hatiye kirin.

Rojnameya Yeni Ozgur Politika 15’ê Mijdara 2016’an bi nûçeya bi navê ‘’Fatîh Sayan û ekîba wî xwe ji kuştinê re amade dikirin’ Fatîh Sayan ê ku li Elmanya planên suîkastê dikri û ji MÎT’ê re dixebitî îfşa kiribû. Doza Sayan  ku ji 15’ê Kanûna 2016’an ve girtî ye û bi sûcdariya ‘sîxûrê MÎT’ê tê darizandin 7’ê Îlonê dest pê kir. Di danişînê de, ya li Dadgeha Cezayê Bilind a Hambûrgê, duh li Cîhan Erol hate guhdarîkirin. Di danişînê de Sayan hazir bû, Erol li gel polîsan îfade da.

BI DENGE TV HEV NAS KIRIN

Erol a ku li dadgehê lê hatî guhdarîkirin  got,wê 2013’an bi hevdîtineke li ser karekî Mehmet Fatîh Sayan nas kiriye. Dema ku ji bo Denge TV pêdivî bi xebatkarekê çêbûye ew li hev rûniştine û piştî ku dest bi kar kiriye jî xwe weke berpirsê ekîba derve a televizyonê daya naskirin. Erol got wan, ‘’Bernameyên çandî û aborî çêdikirin. Gera me ya pêşî ya derveyî welat bû Iraq. Li ser daxwaza Sayan em çûne Kampa Mexmûrê. Sayan digot li vê kampê rêveberên PKK’ê hene. Bi giştî li gel ku tomariya dîmenan kameravanan dikir j îli vir hemû tomariya dîmenan wî girt.’’

DEST AVÊTIYÊ

Erol di îfadeya xwe de got ti evîneke hîsî di nav wan de nebû, piştî ku tiştek pê da vexwarin dest avêtiye, ew wê demê ne li ser hiş bûye. Erol diyar kir ku her wiha çek jî li dijî wê bi kar aniye, sê sal û nîvan Sayan lêxistiye û tehde lê kiriye.

HEDEFA PÊŞÎ YUKSEL KOÇ BÛ

Erol bi domdarî dibêje piştî ku hatiye Hannoverê ew bi Yuksel Koç re ketine têkiliyê, çûne Bremenê bûne mêvanê Yuksel Koç. Sayan piştî ku got ew ji bo Denge TV dixebite û dixwaze bernameyên li ser çandê bike, Koç jî gotiye ew dikare bibe alîkar. Erol bi domdarî dibêje bi alîkariya Koç li Hannoverê bernameya xwe ya pêşî çêkirine, piştre jî li Bremenê li Komeleya Bratî bi Yuksel Koç re bername çêkirine.

Erol bi domdarî wiha got: ‘’Sayan bi taybetî dixwest xwe bigihîne Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar. Dema ku Remzî Kartal daxwaza hevdîtinê qebûl kir çû Belçîkayê û pê re me hevditin kir. Piştre dîsa em hatin Tirkiyê.’’

WEKÎLEKÎ AKP’Ê VÎZE JÊ RE STAND

Erol li ser têkiliya AKP û Sayan got: ‘’Dema ku cara duyê me xwest ku em biçin Hollandayê me nikarîbû vîze bistînin. Mehmet Fatîh Sayan bi navbeykariya Wekîlê AKP’ê yê Uşakê ji bo me vîzeyek ji bo mehekê stand. Koç bêyî dilê xwe bi Sayan re diaxivî lê Sayan lê radiwestî. Bi xizmên Yuksel Koç re têkilî danî. Ji bo em biçine festîvala li gundê Yuksel Koç em çûne gundên wan.’’

 ‘JI MÎTÊ RE DIXEBITIM’

Erol diyar kir ku 2016’an Sayan jê re gotiye ku ew endamê MÎT’ê ye û tim têkiliya wî bi MÎT’ê re heye. Erol diyar kir ku Sayan jê re gotiye bi agahiyên ku ew dide MÎT’ê pereyan distîne. Erol dibêje dema ku ew bi hev re diçûne Enqerê tim li otêlên luks diman, lê dema ku li Enqerê bûne tim jê re digot bi telefonê li min negere û dema ku bi ser de çûye û sedema wê jî pirsiye gotiye, ew bi kesekî MÎT’ê yê bi navê ‘Tevfîk’ re dixebite.

Sîxûrê MÎT’ê Sayan di danişîna pêşî ya 7’ê Îlonê de gotibû ew bi Yakûb Tufan Karacalî û Kemal Sakîn re yê ku li Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê yê Midûriyeta Emniyeta Enqerê re têkildar e, derbarê siyasetmedarên Kurd agahî jê xwestine û înkar kiribû ku ew bi MÎT’ê re dixebite û her wiha planên suîkastê jî red kiribû.

HER ROJ BI AYDIN DERE RE DIAXIVÎ

Erol her wiha got, ‘’Dema ku em diçûne Swîsreyê em li mala Aydin Dere diman. Ez dikarim bibêjim ku hema hema her roj bi Aydin Dere re diaxivî. Pir qîmet dida dostaniya wî.’’

‘MÎT NIKARE DEV JI MIN BIQERE’

Erol her wiha got: ‘’Dema ku li malê min paqijî dikir min dît ku li ser Yuksel Koç, Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar not girtine. Li gel vê nivîsên xwe yên bi mirovên ku bi wan re têkilî danîbû jî nîşan da. Dema ku pereyên ku ne diyar bû ji kû ve tên, bi min re ew fikir çêbû ku sîxûrê MÎT’ê ye. Dema ku min jê re got tiştên ku ew dibêje pir taloke ye û kengî be wê te bi kar bînin û bavêjin got, ew ne sîxûrekî jirêzê yê MÎT’ê ye. Digot ew bi gelek tiştan dizane û MÎT nikare dev jê biqere. Ji min re got peywira wî ya esasî ew e ku derbarê siyasetmedarên Kurd de agahiyan berhev bike.’’

 ‘SUÎKAST WÊ BI KOÇ RE NE SÎNORDAR BA’

Erol bi domdarî got: ‘’Ji gefên li ser min û tiştên ku hatin ber guhê min, min ev derxist. Suîkast wê tenê bi Yuksel Koç re sînordar nemaye. Di hedefê de gelek siyasetmedarên Kurd hebûn. Ez jî di nav de. Dixwazin gelek kesên ku bi vê bûyerê re têkildar ji holê rakin. Ji van hemûyan diyar dibe ku Mehmet Fatîh Sayan ne sîxûrekî ji rêzê ye. Ew jî ditirsin ku Mehmet Fatîh Sayan wan bide dest.’’