Dosyaya belgeya sûîkastê
Sîxûrê MÎT’ê Mehemt Fatîh Sayîn plana sûîkastê ya li dijî siyasetmedarên Kurd Yuksel Koç, Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar bi belge kir.
Sîxûrê MÎT’ê Mehemt Fatîh Sayîn plana sûîkastê ya li dijî siyasetmedarên Kurd Yuksel Koç, Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar bi belge kir.
Belgeya bi dîroka 28’ê Hezîrana 2016’an a bi destnivîsa Sayan plana sûîkastê ya li hember siyasetmedarên Kurd, li dosyaya doza sîxûrê MÎT’ê yê tê darezandin hate zêdekirin.
Mehemet Fatîh Sayan ê li Elmanyayê planên sûîkastê û xebatên MÎT’ê birêve dibirin, ji aliyê rojnameya me 15’ê Mijdara 2016’an bi sernivîsa “Fatîh Sayan û tîma xwe amadekariyên cînayetê dikin” hatibû kirfşkirin. Di derbarê Sayan ê ji 15’ê Kanûna 2016’an ve girtiye de, rûniştina duyemîn a doza “Sûxûriya MÎT’ê” pêk hat.
Sayan ê di îfadeya xwe ya yekem de têkildarî plana xwe ya bi MÎT’ê re û mijara MÎT’ê ya kuştina Koç û siyasetmedarên din ên Kurd îfade da, li Hambûrgê di rûniştina xwe ya duh hate kirin de çerx kiribû. Sayan ê ku girêdana bi MÎT’ê re û plankirina sûîkastê înkar kir, diyar kiribû li Îzmîrê ketiye nava Cemaeta Gulen û ji bo paqijkirina MÎT’ê ketibû nava hewldanên sûc bavêje ser stûyê polîsên girêdana wan bi cemaeta Gulen re heyî. Diyarkiribû ji bo bicih bibe, endamtiya MÎT’ê erê kiribû.
Di rûniştina duh de Hevserokê KCKD-E Yuksel Koç ê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye hedefkirin, weke şahid îfade da. Koç bi parastina xwe gelek îdîayên di parastina Sayan vala derxistibû.
‘NE ŞAHID, GILÎDAR IM’
Yek ji kesên di hedefa Mehemt Fatîh Sayan ê ji doza sîxûriya MÎT’ê tê darezandin û di îdîanameyê de herî zêde navê wî kesî derbas dibe Yuksel Koç e ku ji bo rûniştinê weke şahid hate vexwedin, nerazîbûn nîşan da, daxwaza mudaxilbûna dozê kir. Lê daxwaz ji aliyê dadgerê dozê ve hate redkirin.
3 TÎMÊN SÛÎKASÊ HEBÛ
Yuksel Koç, bi detayan anî ziman ku bê ka çawa ji planên sûîkastê yên MÎT’ê agahî girtine. Koç anî ziman ku di sala 2015’an de erkedarekî xebatkarê Saziya Sîxûriyê ya Tirk MÎT’ê bi wan re ketiye nava peywendiyan- soza veşartina navê wî daye û ev agahya: “3 komên cuda ku li ser navê MÎT’ê kar dikin, mîna Qetlîameke Parîsê ketine nava planan.” bi me re parvekiriye. Koç got: “Ji bo me got, yek ji van koman li Bremenê ye, her du komên din nasnakim.”
ŞEFÊ SÎXÛRIYÊ DAXUYANÎ ASTENG KIR
Koç destnîşan kir ku agahiyên ketine destê wan bi rayedarên Elman re parvekirine, anî ziman ku li ser ricaya şerfê sîxûriya Elman 3 caran têkildarî mijarê daxuyaniya agahdarkirina raya giştî taloqkirine. Koç bibîr xist ku tevî hemû gefan jî rayedarên Elman bêhestyar bûne û diyar kir ku êdî baweriya wan bi saziyên ewlekariyê yên Elman nemane û gefên tên bi wan re parve nekirine.
BELGEYA SÛÎKSTÊ YA SAYAN
Siyasetmedarê Kurd Yuksek Koç ê beriya rûniştina nîrvo nêzî du saet û nîv îfade da, belgeyek ku plana sûîkastê li xwe digire, ku rewşa dozê veguherîne û îfadeya Sayan a roja borî vala derbixe pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Belgeya ku bi destnivîsa Sayan ê sîxûrê MÎT’ê tê texmînkirin ku ji bo kesekî ji berpirsên koordînasyona sîxûrên MÎT’ê re şandiye.
Di belgeya 28’ê Hezîrana 2016’an de hatiye nivîsandin ev tişt hatiye gotin: “Em xwe nagihînim hevalên li Bremenê. Her demê em nakevin peywendiyan. Di hefteyê de carekê em daxivin, ev jî bi servîsa ku gotûbêjan di derbarê Yuksel de, dibe alîkar. Eger ku Yuksel Koç bimire, divê bi tîma me re rûne her tiştî baxivin. Di vê mijarê de giliyê min hene. Bikevin deweryê û vê ragihînin wan. Her wiha demê herî baş ê ji bo pêkanîna çalakiyê, divê em baxivin. Li gorî wê plansaziya xwe amade bikin. Demê herî baş demê protesoyê ye.”
Di belgeyê de ne tenê sûîkasta li hember Yuksel Koç, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî heye. Di dewma belgeyê de wiha tê gotin: “Wisa difikirin di nava kesên biçin gel Kartal û Zubeyîr de, yek jê Cenk e. Cenk Kemoyû nas dike, li Parîsê birayê Zubeyîr e. Li ser Momo re dikarin Zubeyîr bişopînin, ev pêşniyara min e. Ji xwe tim tê û diçe Parîsê, min dîtibû.
• Li gorî min di meşên dirêj de li dijî Kartal çalakî asayî ye. Ev tenê çavdêriyên min in.
• Wê telefonên ku ji bo xwe bigihînin şexsan bihatiba dayîn.
• Yuksel dema çalakiyê ye
• Şopandina Zubeyîr
• Bila Cenk xwe bigihîne min (Bi xeta Belçîka_
Ev belgeyên ku derbasî dosyaya dozê bûn û sîxûrê MÎT’ê Sayan ê ‘Ji bo ku ez ji bo heskiriyê xwe torpîl amade bikim, bi polîsên li Enqereyê re ketim nava têkiliyan û min agahiyên manîpûlatif amadekir’ di çarçoveya îdîanameyê de ne hat girtin û têkildarî plana sûîkastê delîlekî giring hate bidestxistin.
Yuksel Koç di rûniştina dozê de diyar kir ku sîxûrê MÎT’ê Sayan beriya rojekê parêzname qebûl kiriye, di reqemekî ya girêdayî Ukranya de ku peyamên ku ji Zubeyîr Aydar û Yuksel Koç re hatî xwend, ‘Peyam ku wekî Sayan îdîa dike di demê acizbûnê de hatine nivîsandin, peyamekî ne masûme, li dijî wê xwe weke sîxûrê MÎT’ê dide naskirin û gefên mirinê dike.”
Yuksel Koç di îfadeya xwe de îdîaya sîxûrê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ku ‘hatina wî ya Bremenê ji bo tevlî kursa zimanê Elmanî bibe’ vale derxist. Koç diyar kir ku Cîhan Erol ê ku Sayan îfşa kirî ku dibêje ji bo ku em li ‘Hannoverê’ bimînin em hatin, lê belê me di carekê de xwe li ‘Bremenê’ dît’ ragihand.
Sayan di rûniştina dozê de îdîa kirîbû ku tenê carek du caran bi Koç re civiyaye. Koç ev daxûyanî jî derewand û diyarkir ku bi Sayan re tenê ji bo hevpeyvîna Denge TV 3 caran civiyaye û hatiye malê, gelek caran jî bi telefonê geriyaye.
Di îfadeya Yuksel Koç dayî heyeta dadgehê de yek ji beşên ku balê dikêşe ser xwe heskiriyê berê yê Sayanê MÎT’ê Cîhan Erol ku ji wî re gotiye ‘Ez xwe digihînim hemû agahiyan, ez xwe digihînim hemû kesê lê beşê jinan kêm dimîne, tu bi jinên Kurd re têkeve nava têkiliyan’ bi vê zaniye ji MÎT’ê re kar dike, eger bikeve nava jinên Kurd wê mehê 4-5 hezar Euro meaş bistîne.
Doza ku têkildarî sîxûrê MÎT’ê Sayan hatî vekirin wê di 21-22’ê Îlonê de berdewam bike. Tê payîn ku doz heta 13’ê Cotmehê bi encam bibe.
TRAFÎKA PEYAMAN DI GIRTENAMEYÊ DE YE
Sîxûrê MÎT’ê Fatîh Sayan ku di îfadeya dabû de îdÎa kirîbû, bi polîs Kemal Sakîn ê ji Şaxê Têkoşîna Terorê ku li Eneqerê di nava têkiliyan de bû, dema li Elmanyayê tI caran têkilî ne daniye. Bi belgeyên ku dadger nîşan dayî derewên Sayan derket holê. Li gorî vê belgeyê Sayan bi polîsê TEM’ê re gelek caran peyam şandiye. Di peyamanekê de Sakîn ji Sayanê MÎT’ê re dibêje ‘Ez te dişînim cem şexsekî bi bawerî’ di peyamek din de jî Sayan dema ku li çalakiyekî NCDK’ê ya li Bremenê de ji bo wêneyên polîsên sivîl ên Elman dikêşe di rewşek zorî de ma ye.
HER MEH KETIN-DERKETINA JI TIRKIYÊ
Sayanê MÎT’ê piştî ku çûyî Elmanyayê her meh çûye Tirkiyeyê û hatiye. Dadgerê dadgehê bi belgeyan nîşanda ku Sayanê ku digot ji bo nexweşiya kûrê xwe her 3 mehan carekê diçim Tirkiyeyê û tê, dadger bi belgeyan nîşanda ku piştî Sayan hatiye Elmanyayê her meh diçû Tirkiyeyê û hatiye. Sayan têkildarî vê got ku ‘nayê bîra min’ Li ser pirsa dadger a çima ketin û derketina Tirkiyeyê ji hevjîna xwe vedişêrî Sayan wiha got; “Hevjîna min gelek hesûde, ji ber vê min digot hevdîtina min a kar heye û wiha min veşart.”
MOHRA DENGE TV BIKARANIYE!
Heyeta dadgehê diyar kir ku ji komîtera Sayanê MÎT’ê kopyayên mohra Denge Tv tespît kirine û dema ku ji bo serlêdanên vîzeyê ev mohr bikarnaiye. Sayan ragihand ku mohr bi destûra xwediyê Dege TV bikaraniye û bi vê mohrê piştî ku Denge TV qepat bû ji bo vîzeyê serlêdana gelek welatan kiriye.