Li Elmanyayê Girtîgeha G20 hate amadekirin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, beirya destpêkirina Civîna Bilind a G20, amadekarî ji xwepêşandanên mezin re tê kirin. Polîsên Elman jî ji niha ve 'Girtîgeha G20' amade kirin.

Ji 2'ê Tîrmehê û pê ve wê gelek tevgerên otonom, dij bi kapîtalîzm û hawirdorparêz dest bi xwepêşandanên protestoyî bikin. Çav li rê ye, herî kêm 150 hezar kes tevlî van xwepêşandanan bibin. Girtîgeha ku bi taybetî ji bo vê yekê hatiye amadekirin, nîşan dide ku polîs wê bi rengekî tund dest li xwepêşandanan werdin.

Li dijî Civîna Bilind a G20'an, wê komên otonom ên çep di 6'ê Tîrmehê de bi dirûşma "Hûn bi xêr hatine dojeha G20'an" xwepêşandana protestoyî lidar bixin. Polîsê Hambûrgê ev yek ji xwe re kir bahane û li qadeke ji 11 hezar metreçargoşeyî girtîgehek amade kir. Girtîgeh li firoşgeheke xwarinê ya berê hate amadekirin. Tê plankirin, ku li vê avahiyê 400 kes bi rengekî demkî karibin bên girtin.

Li gorî nûçeyên di medya Elman de cih girtin, li dijî dijberên G20'an, 70 hucreyên komî û 50 jî hucreyên yek kesî hatine amadekirin. Tê gotin, Elmanyayê ji bo vê girtîgeha navborî herî kêm 3 mîlyon Euro xerc kiriye, lê maliyeta wê ya rastî zêdetir e.

Civîna Bilind a G20'an, ku 19 welat û Yekîtiya Ewropa endamên wê ne û 85 ji sedî yê aboriya cîhanê temsîl dikin, wê li Hambûrgê bê lidarxistin.