Li Elmanyayê gelê Şirnexê û girtî hatin silavkirin
Di bernameya li bajarê Esslîngenê yê Elmanyayê, gelê Şirnexê û girtî hatin silavkirin.
Di bernameya li bajarê Esslîngenê yê Elmanyayê, gelê Şirnexê û girtî hatin silavkirin.
Meclîsa Jinan a LîmArînê ya ku li bajarê Esslîngenê ya Elmanyayê xebatên xwe dimeşîne, bi lidarxistina bernameyeke çandî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Şirnexê silav kir.
Bername li Mala Çandê ya Arenayê (17’ê Nîsanê) hate li dar xistin û Meclîsa Jinan a Sêvê Demîr û Înîsîyatîfa Jinên Kurd a Stûttgartê jî piştgirî dayê.
‘ÇANDA BERXWEDANÊ DIDOME’
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji ber ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de bû bi telefonê beşdar bû û nûnerên li ser navê rêxistinên jinan berxwedana Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Silopî û Sûrê silav kirin. Di axaftinan de ev peyam hatin dayîn: “Gelê Kurd li hemberî zaliman çanda xwe ya berxwedanê li herêmên xwerêberiyê de jî nîşan dan. Em têkoşîna gelê xwe û berxwedana grevên birçîbûnê ya di zindanan de silav dikin. Di heman demê de em gelê xwe yê ku di referandûmê de gotin ‘NA’ jî silav dikin. Têkoşîna me wê li her derê bidome!”
Hunermend Hasan Saglam, Bulent Tûran, Sîmar, Koma Dengê Xwezayê, Freefîchter, Teatra Vejîn, Koma Dengê Jiyanê, koma muzîkê ya Elman a bi navê Kobanê Brigade beşdar bûn. Sînevîzyona ku tê de helbestên Hêvî Çiyager, rojnivîska Derya Denîzê û beşên ji nameya kurê Dayê Taybet û wêneyên berxwedanê hebû ji aliyê 800 kesî ve hatin temaşe kirin.
Di heman demê de ji bo piştgiriya gelê Şirnexê standên xwarinê jî hatin vekirin.