Li Elmanyayê doz li Facebookê hat vekirin ku li ser şopa Erdogane

Akademîsyen Kerem Schamberger, ku ji ber parvekirina daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ser sala 25'an a qedexeya li ser PKK'ê hesabê wî yê Facebookê hate girtin, doz li Facebookê vekir. Rûniştina destpêkê ya dozê li Munchenê pêk hat.

Malpera medya civakî Facebook salên dawî ji ber hevkariya xwe ya bi rejîma Erdogan re, sembol û şîroveyên têkoşîna azadiyê ya Kurd sansur dike, hesabê Facebookê yê kesên van parvekirinan dikin disekinîne. Li dijî Facebookê ji ber vê yekê li Elmanyayê doz hate vekirin.

Aktîvîst Kerem Schamberger ku li Zanîngeha Munchenê li beşa ragihandinê akademîsyen e, meha Mijdarê ji ber sala 25'an a qedexeya li ser PKK'ê daxuyaniya Komeleya Azadî li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiribû. Lê belê ev yek ji aliyê Facebookê ve hatibû sansurkirin. Parvekirina Schamberger hate jêbirin û hesabê wî yê Facebookê demeke dirêj girtî mabû.

Rûniştina destpêkê ya doza li dijî "Facebook Ireland Limited" li Dadgeha Îdarî ya Munchenê pêk hat.

Akademîsyen û aktîvîst Schamberger destnîşan kir, Facebookê azadiya fikir û nêrînê ya ku li Elmanyayê bi qanûnan misoger bûye, binpê kiriye. Facebookê jî bi rêya parêzerekî di rûniştina destpêkê de hewl da parastina xwe bike.

Parêzerê Facebookê îdîa kir ku PKK rêxistineke 'terorê' ye û parastinek ji 30 rûpelî kir. Argûmanên Facebookê jî îdîayên bi salan ên dewleta Tirk e ku li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd bi kar tîne. Parêzerê Facebookê îdîa kir ku parvekirina Schamberger tê wateya piştgiriya ji bo PKK'ê.

Kerem Schamberger jî diyar kir, daxwaza ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê daxwazeke rewa ye. Tê payin ku biryara li ser mijarê di rûniştina 24'ê Hezîranê de bê eşkerekirin.

Kerem Schamberger li ser dozê ji ANF'ê re axivî û got, tiştekî xweş e ku mirov Facebookê li ser kursiya bersûc bibîne. Schamberger got, "Facebook şîrketeke mezin e, lewma dibe ku ceza lê neyê birîn. Lê belê di mijara sansurê ya Facebookê de eger doz û gilî zêde bibin, qet nebe wê bala raya giştî biçe ser mijarê."