Li Elmanyayê di malekê de bermahiyên dîrokî yên ku ji Sûriyeyê hatine dizîn hatin dîtin

Hate ragihandin ku li Elmanyayê di malekê de kevaleke çend hezar salî jî di nav de bermahiyên dîrokî hatine dîtin û tê texmînkirin ku ev bermahiyên dîrokî ji muzexaneyeke Sûriyeyê hatine dizîn.

Polêsên Elmanyayê ragihandin ku di maleke taybet de bermahiyên dîrokî yên aîdî Rojhilata Navîn hatine dîtin û  derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Polêsekî ji bajarê Baden-Wûerttemberg ê li başûrê Elmanyayê  anî ziman ku gava ew hîn bûne di destê welatiyekî Elman de kevaleke ji kevnebajarê Ebayê yê Sûrîyeyê heye, dest bi şopandinê kirine û  nasname û temenê welatiyê Elman nehate eşkerekirin. 

Bermahiyên kevnebajarê Ebayê jî weke kevalên ku Beriya Zayînê di salên  2.350 û 2.250’îyan de natine nivîsandin,  ji bo koleksiyonvanan gelekî bi qîmet in.

Li gorî daxuyaniya polêsan Elman,  kesê ku bermahiyên dîrokî di destê wî de hatine girtin,  îdîa kiriye ku wî bermahiyên dîrokî ji bo firotinê ji koleksiyoneke kevn a li bajarê Bayernê kiriye, lê belê hate zanîn ku ev îdîa ne rast e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’ Piştî lêkolînan hate zanîn ku ev bermahiyên dîrokî piştî ku di sala 2015’an de ji muzexaneya Idlibê hatine dizîn, bi awayekî neqanûnî anîne Elmanyayê.’’ daxuyaniyê got.

Piştî lêgerînên li mala kesê berbehs a li Heîlbronê  pêlêsan kevaleke din û  peykerên biçûk ên aîdî Misira Kevin  hatine dîtin. Bermahiyên dîrokî hatin desteserkirin û lêpirsîn dewam dike.

Li Sûriyeyê beriya sala 2011’an jî qaçaxçitiya bermahiyên dîrokî gelekî zêde bû. Her wiha ev rewş bi destpêkirina şer re zêdetir bû. Çeteyên DAÎŞ’ê û bi taybetî jî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi piştgiriya Enqereyê bermahî û avaniyên dîrokî talan kirin. Ev talanên bermahî avaniyên dîrokî yên li ser axa Kurdan berdewam dikin.