Bi vêxistina agirê azadiyê şopa xwe hişt

Şehîd Rojîn Efrîn ruheke şoreşgerî ya ku agirê têkoşînê di dilê xwe de dihewand, bi wêrekiya xwe ber bi azadiyê ve dibeziya û di her gava ku diavêt de hêza jinan mezin dikir.

Rojîn Efrîn (Mizgîn Mamo) di sala 1992'an de li navçeya Bilbilê ya Efrînê jidayik bû, di malbateke welatparêz de mezin bû. Rojîn şahidiya avakirina Tabûra Şehîd Rûken a di sala 2013’an de hate avakirin, kir û biryar da ku tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Di dema ku çirûskên Artêşa Jinên Rojava li Efrînê geş dibû de, avakirina vê tabûrê Rojîn motîve kir û hişt ku tevlî têkoşînê bibe. Rojîn şerê li dijî hêzên tarî bi ruhê xwe yê şoreşgerî ronî kir. Ne tenê ji bo axa Efrînê, li Minbicê jî li dijî zilma çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Bi beşdarbûna Pêngava Minbicê re agirê azadiyê li ser xakê gurtir kir. Dema ku navê wê di Operasyona Minbicê de deng veda, hezkirina welat a di dilê wê de li her derê hat hîskirin. Rojîn piştî çeteyên DAÎŞ’ê ji Minbicê hatin paqijkirin, di 2016’an de vegeriya Efrîna ku lê jidayik bûbû û pêşengiya Pêngava Şehbayê kir.

DILÊ WÊ BI HEZKIRINÊ TIJÎ BÛ

Şehîd Rojîn beriya ku beşdarî nava têkoşîna azadiyê bibe, bi dildarî di kreşeke zarokên sêwî de dixebitî. Dema di sala 2016’an de gihîşte Efrînê, rawestgeha wê ya yekem ev kreş bû. Evîna dilê wê bi dilovaniyeke mezin digihîşt zarokan. Eleqeya wê ya bi wan rûyên bêguneh re, tenê dest jiyana wan nedida di heman demê de dest dilê civakê jî dida. Bi awirîn hezkirî û fêrkirinê teşe dabû jiyana zarokan. Ew cewhera di hundirê zarokan de dîtibû û weke rêbereke ku hêvî dide wan hebûna xwe dewam kiribû. Wêrekî û biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiyê de, bi dilovanî û hezkirina xwe ya di têkiliya bi zarokan re kir yek û di cewhera xwe de weke mirovekê ew nirxên hilgirtibû derxist holê.

BI ALIYÊN HUNERÎ JÎ BAL DIKIŞAND SER XWE

Jêhatîbûna di warê leşkerî û bîrdozî ku di demek kurt de bi dest xist, bû fermandara yekîneyê. Hevrêyên wê yên ku li dora wê kom dibûn, li kêleka wê xwe di ewlehiyê de hîs dikirin. Gava ku ber bi armancek pîroz ve diçûn, careke din wateya piştgirî û hevgirtinê çi ye dihat bîra wan. Ne tenê di warê leşkerî de, di aliyê hunerî de jî bal dikişand ser xwe. Beytên ku wê nivîsandibûn hişt ku ew raman û hestên xwe yên kûr bîne ziman. Di heman demê de ruheke wê yê hunerî hebû ku bi her gotinekê re di dilê mirovan de şop dihişt.

HÊZEKE MEZIN DA JINAN

Mîna abîdeyeke bedewiyê bû ku bi nirxên etîk û estetîk ve hatibû rêsandin. Rêwîtiya wê ya di kûrahiya ruhê wê de bû sedema veguhertineke mezin a hişmendiyêî û ji xizmeta paradîgmaya azadiya jinê re ti carî dûr nesekinî. Bi hemû nazikiya xwe hêz, azadî û berxwedana di hundirê jinê de digihande jiyanê. Ev jiyana wê ya bi hêz, têkoşîna jinê ya ji bo hebûnê ronî kir, hêz û wêrekî da wan. Bi helwesta xwe ya bi coş û biryardarî; deng li dengê jinan zêde kir û hêza wan xurtir kir.

PIRTÛKA 'ÇAWA BIJÎ?' LI GEL XWE DIGERAND

Şehîd Rojîn bi cangoriya ruhê têkoşîna azadiya jinê re di eniya şer de jî pirtûka Rêber Apo ya "Çawa bijîn" li gel xwe digerand. Ev pirtûk çavkaniya rêber û îlhamê bû. Dema ku firsend didît dest bi xwendina pirtûkê dikir û di nava rûpelan de derdiket rêwîtiyê û di kûrahiya pirtûkê de winda dibû. Ramanên felsefî û bi bandor ên Rêber Apo asoyên nû jê re vekir û îlham didayê. Bi xwendina pirtûkê re bîr, bawerî û ruhê wê yê têkoşînê pêş ket û xwe hîn kûrtir kir. Şehîd Rojîn nêzîkatiyên serweriya mêr dizanibû û li dijî wan têkoşînek bi biryardarî dida. Li ser perspektîfa artêşbûna jinê ya Rêber Apo hûr dibû û armanc kir ku di têkoşîna jinê ya civakî de qonaxeke nû zêde bike. Di têkoşîna azadiya jinê de pergala serdest a mêr di lêpirsînê de derbas kir û veguherandinê esas girt. Dahûrandinên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê pêşkêş kiriye, bi hûrgulî lêkolîn dikir û pêk dianî.

JI TECRÛBEYÊN XWE HÎN DIBÛ

Ji tiştên heyî razî nedibû û her tim li ser pêşketinê sekinî. Ji bo pêşxistina taktîkên leşkerî di nava hewldaneke bi coş û biryardarî de bû. Her tim xwe nû dikir û bi pêş pêş dixist. Di nava hewldana pêşxistina stratejiyên bi bandor de bû û her tim fikrên nû kifş dikir.

Taktîkên leşkerî bi berfirehî û kûr analîz dikir, kêmaniyên xwe tespît dikir û wan ji kêmasiyan ji holê radikir. Di pêvajoya pêşxistina taktîkên leşkerî de bi berfirehî xebitî û girîngî dida hûrguliyan. Li şûna ku tenê taktîkên heyî bipejirîne, bi rexnekirinê hewl dida wan bi bandortir bike. Hewl da ku xwe di warê leşkerî de bi dîsîplîn, bi rêkûpêk û armancgir pêşde bixe. Ew ji tecrûbeyên xwe fêr dibû, ji kêmasiyên xwe ders derdixist û her tim di nava hewldana rastkirina xwe de bû.

WÊREKÎ, BIRYARDARÎ Û FEDAKARÎ

Şehîd Rojîn li her derê bi kesayeta xwe ya dilpak û durust bû çavkaniya moral û hêzê. Di sala 2016’an de piştî serketina mezin a Pêngava Minbicê, çeteyan bi dijwarî êrîşî Şehbayê kirin. Di eniya herî pêş a Pêngava Şehbayê de cih girt. Rojîn bi wêrekî, vîn û fedakariya xwe ya di nava şer de dihat naskirin, her tim pêşengiya têkoşînê kir û îlhamê dida hevalên xwe. Rojîn di 21’ê Mijdara 2016’an de li gundê Şealê yê Şehbayê şehîd bû.