Li Elmanyayê ciwanên penaber di perwerde û pîşeyê de şûnde mane

Li Elmanyayê ciwanên penaber di perwerde û pîşeyê de şûnde mane

Li Elmanyaya ku di 10 salên dawî de nifûsa wê 2 mîlyon kêm bû û daket 80.5 mîlyonî, hejmara penaberan her diçe zêde dibe. Elmanyaya ku êdî wek welatekî koçberiyê tê zanîn, tevî ku di perwerdeya penaberan de başkirin hatine kirin jî hê gelek kêmasî hene û di perwerdeya pîşeyî û piyasaya kar de jî pirsgirêk didomin.

Wezareta Entegrasyon û Koçberiyê ya Elmanyayê der barê koçberîya welat û pewerdehiyê de rapor xwe aşkera kir. Li gorî raporê li Elmanyayê hejmara penaberan her diçe zêde dibe û rêjeya wan gihiştiye ji sedî 20. Ev rêje di 2011’an de ji sedî 19,5 û di 2010’an de jî ji sedî 19.3 bû.

ASTA PERWERDEYA WAN HÊ JÎ KÊM E

Di raporê de hat gotin ku Elmanya êdî welatê koçberiyê ye û biyanî li gorî Elmanan di asteke kêm de perwerdeya dibistanê dibînin. Li gorî vê di 2012’an de ciwanên biyaniyan ji sedî 11.4 ji dibistana navîn dîplome girtine û yên ku ji perwerdeya xwe temam nekirine jî ji sedî 4,9 bû. Di 2008’an de hejmara wan ji sedî 15,2 bû.

Ji sedî 30,5’ê ciwanan ên temenê wan di navbera 20-29’an de ne xwedî pîşeyekê ne û rêjeya Elmanan  ji sedî 10,5 û sê caran kêmtir e.

RÊJEYA DÎPLOMAYA LÎSEYÊ 3 QAT KÊMTIR E

Rêjeya xwendekarên lîseyê yên biyanî di 2008’an de zêde bû, lê rêjeya ciwanên Elman dîsa 3 qat jê zêdetir bû. Li gorî vê di 2010’an de ji sedî 16,2 bû ya Elmanan jî ji sedî 44 bû.

RASTÎ NEWEKHEVIYÊ TÊN

Serokê Koç û Entegrasyonê Aydan Ozoguz diyar kir ku divê pêvajoya derfetên perwerdeya pîşeyî bên başkirin û wiha got: “Li Elmanyayê li dijî penaberan cudakarî tê kirin.”