Li Elmanyayê çalakiyên lêgerîna li edaletê
Li bajaren Hambûrg, Dusseldorf û Munchenê yên Elmanyayê, ji bo sê jinên şoreşger ên di sala 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên lêgerîna li edaletê hatin lidarxistin.

HAMBÛRG
Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilkirin, li Hambûrgê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de hat xwestin, kiryarên komkujiyê bên cezakirin û di serî de polîtîkaya Elmanyayê polîtîkayên welatên Ewropayê yên li hemberî Kurdan hatin şermezarkirin.
Di axaftinên li çalakiya li taxa Altona de hat ragihandin, heta berpirsyarên komkujiya Parîsê neyên cezakirin, wê pêşî li pêkhatina komkujiyên nû neyê girtin. Qisekeran diyar kirin, rawestandina faşîzma Erdogan erkeke însanî ye û ji dewletên Ewropayê hat xwestin derhal danekirinan li ser dewleta Tirk ferz bikin.
Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Erdogan bombe dike, Merkel destekê dide" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo 12. Festîvala Jinan a Zîlan a di 18'ê Hezîranê de li Dortmûndê were lidarxisitn banga tevlîbûnê hat kirin.
MUNCHEN
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara ve hat organîzekirin û gelek kes beşdar bûn. Çalakgeran ji hikûmeta Fransayê xwestin kiryarên rastî bên eşkerekirin û darizandin.
Çalakgeran gotin, "Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin bûyerê ronî bike, kujeran derxîne pêşberî dadgeriyê û ceza bike." Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" qediya.
DUSSELDORF
Ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê, çalakiya lêgerîna li edaletê hat lidarxistin.
Di vê çalakiya ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) ve hat organîzekirin de dirûşmên bi zimanên Elmanî û Fransî yên "Jin jiyan azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Erdogan ê faşîst, Fransa ya hevkar", "Kujerê jinan Erdogan" hatin qîrîn. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî qediya.