Li Elmanya û Japonyayê xwedîderketina li Cizîrê

Li bajarê Elmanya Berlîn û li bajarê Japonya Saîtamayê, komkujiya li Cizîrê hat şermerzarkirin û banga piştgiriyê ji bo gelê Cizîrê hat kirin.

Nerazîbûna li komkujiyên AKP li Cizîrê û tevahiya Kurdistanê dike, didome. Kurd û dostên wan li her devera cîhanê, zilma AKP'ê protesto dikin. Li bajarê Elmanya Berlîn û li bajarê Japonya Saîtamayê, komkujiya li Cizîrê hat şermerzarkirin û banga piştgiriyê ji bo gelê Cizîrê hat kirin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya NAV-DEM'ê, komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Bi beşdariya 2000 kesan li Alexanderplatzê bi vê armancê meşekê destpê kir. Di meşa ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de li Brandenbûrger Tor bi dawî bû.

Tevî MLPD, Dîe Lînke û Kurdistan Solidaritaetskomitee yên Elman HDP-Berlîn, ESP, AGÎF, Partîzan, MLKP û Proleterya Şoreşger beşdarî çalakiyê bûn.

SAÎTAMA: Kurdên li bajarê Japonya Saîtama dijîn, komkujiyên hikûmeta AKP'ê li Kurdan dike, şermezar kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya komeleya Kurdan de, li dijî polîtîkayên zext û zordariyê yên AKP û Erdogan banga xurtkirina têkoşîna azadî û piştgiriyê hat kirin. Di daxuyaniyê de her wiha ji raya giştî ya navneteweyî jî hat xwestin, ku li hemberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bêdeng nemîne. Hin Japon jî hatin avahiya komeleyê û ji Kurdistaniyan re sersaxî xwestin.