Li Elmanya û Hollandayê ‘çalakiyên kondanînê’ didomin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyên kondanînê yên têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên ku AKP/Qesr li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, dewam dikin.

Çalakiya kondanînê ya li Hannoverê wê îro bi mîtîngekê bi dawî bibe. Li konê ku hefteyek e li ber stasyona herî mezin a bajêr hatiye danîn, têkîldarî tecrîd û qetlîaman gel hate agahdarkirin.

Di çarçoveya çalakiya bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a  Kurd a Hannoverê de gelek belavok hatin belavkirin.

Çalakiya kondanînê, îro saet 16.00-18.00’an wê bi mîtîngeke li stasyona navendî ya trenê bi dawî bibe.

AMSTERDAM

Çalakiya kondanînê ya li paytexta Hollanda Amsterdamê di roja duyemîn de li Leîdsepleînê dewam dike.

Di çalakiyê de têkîldarî danasîna çalakiyê belavokên bi zimanên Hollandî û Îngîlîzî hatin belavkirin. Çalakî wê heta dawiya mehê bidome. 

 

...