Li Elmanya û Galler ji bo Ocalan daketin qadan
Li Elmanya û Galler ji bo azadiya Ocalan çalakiyên dewam dikin.
Li Elmanya û Galler ji bo azadiya Ocalan çalakiyên dewam dikin.
Kurdên li welatên Ewropayê çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Di çalakiyên li Dûîsbûrg, Kîel, Bremen û Cardîffê peyama “Heta agahiyekê ji Ocalan bigirîn, em ê çalakiyên xwe bidomînin” hate dayîn.
DÛSÎBÛRG
Li bajarê Dûsîbûrg ê Elmanyayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Gara Trenê ya Navenda Dûîsbûrgê çalakiya Kon a Nobedê ya 4 rojan hate destpêkirin.
Çalakiya ku heta roja Înê dewam bike wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Li gorî agahiyê hevserokê NCKD a Dûîsbûrgê Şahîn Çelebî dayî, çalakî wê her roj ji saet 13:00 heta 18:00’an dewam bike.
Di çarçoveya çalakiya têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan belavok hatin belavkirin de, wê sibe dezgehên çapemenî û partiyên siyasî bên ziyaretkirin.
KÎEL
Li bajarê Kîel û Bremenê yên Elmanyayê jî ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiya kon a 3 rojan hate destpêkirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku divê tecrîd bi lezgîn bê rakirin û Yekîtiya Ewropa divê di çarçoveya mafê mirovan de bikeve nava hewldanan. Her wiha di çalakiyê de ev peyam hate dayîn: “Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e”.
Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku heta azadiya Ocalan wê her cure çalakî bên lidarxistin.
BREMEN
Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Elmanya Bremenê dijîn, ji bo Ocalan di çalakiyan de bûn. Kurdistaniyên ku mîtîng lidarxistin, bang li hikûmeta Elman kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê û binpêkirinên mafan, bikevin nava hewldanan.
Kurdistaniyan bang li partiyên siyasî yên Kurd, sazî û şexsiyetan jî kirin, her wiha bal kişandin li ser banga Ocalan a ji bo li darxistina ‘kongreya neteweyî’.
Di çalakiyê de banga tevlîbûna ji bo mîtînga TEV-ÇAND’ê ya li herêma Domshof ê jî hate kirin.
Kurdistaniyan diyar kir ku îro li vir di çalakiyê de ne sibê di çalakiyek din de wê heta ku azadiya Ocalan bidest bixin, li ber xwe bidin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû. Çalakiyan banga tevlîbûnê ji bo mîtînga TEV-ÇAND’ê ya li herêma Domshofê kirin.
CARDÎFF
Kurdistaniyên ku li paytexta Galler Cardîffê li hev civiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyan de bûn. Çalakiya ku li ser rê hatî lidarxistin dikandaran jî piştgirî dan. Kuridistaniyan demekî kurt rê li trafîkê girtin û diyar kirin ku heta agahiyek ji Ocalan bigrin wê çalakiyên xwe bidomînin.