Li Elmanya û Awûstûryayê çalakiyên ji bo Efrînê
Li bajarên Munchen û Bonnê yên Elmanyayê û li paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyên ji bo Efrînê hatin lidarxistin.
Li bajarên Munchen û Bonnê yên Elmanyayê û li paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyên ji bo Efrînê hatin lidarxistin.
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan çalakiyên xwe yên ji bo Efrînê didomînin. Li meydana Blotterplatzê ya li navenda Bonnê di roja duyemîn a çalakiya konê agahdarkirinê de mîtîngek hate lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Sara ya Jinan ve hate organîzekirin û PYD-Bonnê jî piştgirî da çalakiyê.
Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser çekên Elman û hate gotin ku bi çekên Elman Kurd tên kuştin. Bang li gelê Elman hate kirin ku piştgiriyê bide berxwedana Efrînê û zextê li hikumeta Elman bike.
Di mîtîngê de ji bo çalakiya sibe ya li Bonnê ku wê bi beşdariya herêma başûrê eyaleta NRW bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Bonnê Ahmed Mardîn li vir axivî û got; "Erdogan dizane dawiya wî hatiye, ji bo wê jî ewqas êrîş dike." Mardîn li dijî dîktatoriyê banga yekîtiyê kir.
MUNCHEN
Li pêşiya avahiya şaredariya Mûnchenê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sara, PYD, Meclîsa Civaka Kurd, Platfroma Munchenê ya Efrînê û HDK-Munchenê hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Leşkerên Tirk ji Efrînê derbikevin" û "Kujerê Zarokan Erdogan" hate berzkirin.
Di çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo çalakiya sibê were lidarxistin hate kirin. Meş wê seat 16:00’an de li Stachûsê dest pê bike.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî komeke ji siyasetmedar û oldaran li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê daxuyaniyek da.
Komê pankarta bi zimanê Elmanî ya bi nivîsa "Ji bo Kurdên Sûriyeyê Aştî" li ser Dêra Stephansdom ku dêra herî kevn a bajêr e daliqad û piştre daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Papaz Tony Faber ve hate xwedin û Faber got ku êrîşên li ser Efrînê dijî mirovahiyê ye û berî demekê divê bi dawî bibin. Faber wiha domand; "Li Efrînê dixwazin mirovahiyê tine bikin. Em bi dil û dûayên xwe li gel gelê Efrînê ne."