Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên li Ewropayê dewam dikin. Li Elmanya û Awûstûryayê di çalakiyan de hate ragihandin, ku heta Ocalan azad bibe, wê çalakî bidomin.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê vedan. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Grazê ve hate organîzekirin.
Hat ragihandin, çalakiyên kampanya "Azadî ji Ocalan re" wê di rojên pêş de jî dewam bikin.
TROÎSDORF
Li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, bi heman armancê kon hate vedan. Çalakî li Kolner Platzê hate lidarxistin. Piştre heyetek li vir hate avakirin û serdana buroyên Partiya Xiristiyanên Demokrat (CDU), Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan kir. Rayedarên partiyên navborî gotin, ew ê dosyayên ku Kurdistaniyan radestî wan kirin bişînin navendên xwe yên giştî.
Hat ragihandin, wê li Troîsdorf, Bonn, Meckenheîm, Eûskîrchen û Koblenzê di nava hefteya pêş de kon bên vedan û bal bê kişandin ser tecrîda giran.
HÎLDESHEÎM
Kurdistanî û dostên wan ên Elman ên li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîad li ser Ocalan li sûka bajarê Hîldesheîmê kon vedan. Çalakî roja dawî ji aliyê jinan ve hate meşandin.
Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Yavûz Denîz der barê çalakiya xwe de agahî da û anî ziman, ku dewleta Tirk Girava Îmraliyê veguherandiye navenda îşkenceyê. Denîz got, "Em Kurd jî vê yekê ti carî qebûl nakin." Denîz diyar kir, heta ku Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
MUNCHEN
Çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Munchenê tê lidarxistin, di roja pêncemîn de ye.
Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan standa agahdarkirinê vekirin, îmze komkirin û belavok belav kirin.
Çalakî wê 24'ê Hezîranê roja Şemiyê li Schutzenstr. bi mîtîngekê bidqede. Çalakgeran bang li Kurdistanî û dostan kir ku tevlî mîtînga roja Şemiyê bibin.