Li Elmanya û Avusturalya çalakiya ‘bila korîdor bê vekirin’

Li Elmanya û Avusturalya çalakiya ‘bila korîdor bê vekirin’

Li bajarên Bremen û Hannover ên Elmanya û bajarê Sydney ê Avusturalya çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxistin de hovîtiya DAIŞ û êrîşên dagirkirinê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de ji hikûmetên rojavayî banga çek bidin YPG’ê û ji bo korîdora alîkariyê ji Kobanê re bê vekirin zextê li Enqereyê bikin hatin kirin.

Şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên di 15’ê Îlonê de li hemberî Kantona Kobanê ya Rojava destpê kirin didomin. Li Elmanya roja Şemiyê li 23 bajaran çalakiyên protestoyê hatin kirin. Di nava bajarên çalakî lê hatin kirin de Bremen û Hannover jî hebûn.

Li bajarê Bremen bi tevlîbûna hezaran kesî meşek hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê tevgera jinên Kurd a Bremen ve hat lidarxistin, sazî û înîsiyatîfên weke Komeleya Kurd a Bretî eV, Meclîsa Gel û Bremen, Dîe Lînke, PDK Îran, PDK, nûnerên YNK, Înîsiyatîfa Aştiyê ya Bremen, DÎDF, Halkevlerî, Bremen Cemevî, Mizgefta Saîdê Kurd a Bremen, PYD, Jinên Femînîst ên Bremen piştgirî kirin.

Nêzî 3 hezar kes tevlî meşê bûn. Meşa li navenda bajêr destpê kir, li parlamentoya eyaletê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di axaftinên li vir hatin kirin de êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê hatin şermezarkirin, li hêzên navneteweyî jî banga alîkariya leşkerî û însanî bidin Kobanê hat kirin. Di meşê de ji bo Kobanê dirûşma hatin avêtin û ji Elmanya jî hat xwestin qedexeya PKK’ê rake.

Li bajarê Hannover komkujiyên çeteyên DAIŞ bi meşekê hatin şermezarkirin. Rêxistina Xwendekaran YXK û tevgera ciwanan a Ciwanên Azad ku meş organîze kirin, li ber stasyona trênê destpê kirin, li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê bi dawî hat. Di axaftinên meşê de hatin kirin alîkariya Tirkiye dide DAIŞ şermezar kirin û banga ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin hat kirin.

Li navenda bajarê Sydney ê Avusturalyayê jî çalakî hat lidarxistin. Bi sedan kesên li semta Townhall hatin gel hev, ji bo balê bikîşinin ser Kobanê çalakiya rûniştinê pêk anîn, ji bo yên di berxwedana li dijî DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan find hatin pêxistin. Kesên ji Avustralya û neteweyên cuda jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê.