Li Elmanya protestoyên tecrîd û DYA dewam dikin

Li paytexta Elmanya Berlîn û bajarên Stûttgart û Hambûrgê çalakiyên protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê rêveberê PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan dewam dikin.

Gelek oranîzetor tevlî meşa li Berlînê bûn. Çalakiya ku Meclîsa DEST DAN a Jinan, Navdem Berlîn, PYD Berlîn, HDK Berlîn, NAVYEK, Meclîsa Jinan a ESEDA Êzidî, Ciwanên Şoreşger, Însyatîfa Azadiya Dersimê û CÎK tevlî bûn de êrîşên dewleta Tirk a li ser rojava û biryara DYA hatin şermezarkirin.

Her wiha pankarta ku wêneyên her sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan ên DYA biryara xelatê ya her kesê agahiyên têkildarî wan ragihîne dabû jî hate vekirin.

STÛTTGART

Bi heman armancê li bajarê Stûttgartê jî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi sedan kes hatin ba hev li Laûtenschlagerstrasseyê meşek lidar xistin. Di meşê de posterên Ocalan hatin hildan û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê şermezar kirin.

Di meşa nêzî 5 kêlometreyan dom kir de tevahiya meşê dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ hate qîrkirin.

Koma çepir a bi navê ‘Lilo Herrmann Haus Alîkariya Yekem a Antîfaşîst’ jî piştgirî da meşê.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê jî meş ji pêşiya avahiya parlementoyê destpê kir û heta pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê dom kir. Kurdên ji bajarên Bremen û Kîelê jî hatin tevlî meşê bûn. Meşa ku têde dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin qîkriirn, tecrîd, biryara DYA û êrîşa dewleta Tirk hate şermezarkirin.