NÛ BÛ

Li Elmanya,Fransa û Hollandayê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn

Li bajarên Elmanya Goppîngen, Bîelefeld, Kîel û li bajarê Fransa Strasboûrgê, rewşenbîr û hunermendên di komkujiya li Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Li bajarên Elmanya Goppîngen, Bîelefeld, Kîel û li bajarê Fransa Strasboûrgê, rewşenbîr û hunermendên di komkujiya li Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

GOPPÎNGEN: Li bajarê Goppîngenê, li salona mala ciwanan a Durerwegê ji aliyê koma Jinên Elewî merasîma bîranînê hat lidarxistin, semah hat gerandin û helbest hatin xwendin. Nivîskar lêkolîner Ethem Xemgîn, Azîz Tûnç, Helbestvan Ahmet Dumrul, Pîr Metîn Bayrak û hunermend Saglam beşdarî merasîmê bûn. Di axaftinên li vê derê de ht gotin, "Em ê êşên xwe, hêviyên xwe bikin raperîn û hêrsê û bi vî rengî hesabê komkujiyê bipirsin."

BÎELEFELD: Komkujiya Sêwasê di salvegera 23. de li bajarê Elmanya Bîelefeldê hat şermezarkirin. Meşa ji aliyê NAV-DEM'ê ve hat organîzekirin, li Meydna Rathaûs a Bîelefeldê destpê kir û heta HBF dewam kir. Di çalakiyê de tevî pankarta bi nivîsa "Madimak hê dişewite", girseya gel wêneyên êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Geverê rakir. Çalakî bi mîtînga li ber HBF qediya.

KÎEL: Li Komeleya Civaka Elewî ya li Kîelê, qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Serokê Civaka Elewiyan a Kîelê Hasan Yeşîlbaş di axaftina xwe ya li vir de ragihand, komkujiyên li hemberî Elewiyan hê dewam dikin û got, "Li vî welatî yên dikenin qetlîamker, yên digirîn jî em in. Dibe ku em timî yên digirîn bin, lê em ê ti carî nebin kole. Divê ev jî neyê ji bîrkirin; me di her demê de berdêl dan, lê me serî netewand, em ê netewînin." Di merasîma bîranînê de şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş a di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

STRASBOÛRG: Endamên Komuna Jinê ya Şehîd Armanc, li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sêwasê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û daxwaza bidawîbûna van komkujiyan hat kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Ji bo Kurdistanê çareseriyeke siyasî", "Kujer Erdogan" û "Ji Ocalan re azadî" bi dawî bû.

MANTES LA JOLIE

Li Bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê yên ku di qetlîama sêwasê de hatin qetilkirin bibîr anîn. Bîranîn ji aliyê Komeleya Pîr Sûltan Ebdal ve hate organîzekirin. Di bîranînê de Ahmet Karaman axivî û da zanîn ku di 2’ê Tîrmehê de li Madimakê Elewî, Kurd, Tirk û Kizilbaş bi saxî bi dirûşmên “Alahû ekber” ve hatin şewitandin, ew hişmendî hê jî di rojam meya îro de jî dewam dikin.

Karaman da zanîn ku divê di serî de Elewî û Kurd û hemû hêzên demokratîk bibin yek û wiha got: “Hijmendiya kû îro û wê rojê li Sêwasê hatin kirin, hişmendiya faşîst a Erdogan e.”

Karaman diyar kir ku hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hate şikandin, îro bi destê AKP’ê li hember gelê Tirkiyeyê, li hember Elewiyan dewam dikin, Karaman bang li Elewiyan kir ku divê di xeta berxwedanê de îsrar bikin.

Di bîranînê de hat diyarkirin ku Elewî li hember qirkirinên li Kurdistanê wê li gel gelê mazlum cih bigirin. Di bîranînê de sînevziyonek li ser qetlîama Sêwasê hate pîşandan.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî kesên ku di qetlîama Sêwasê de hatin qetilkirin hatin bîranîn. Aktivîteya ku 60 kes beşdar bûn de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Hevseroka DEM-NED’ê Aliye Yûrdan axivî.

Yûrdan anî ziman agirê ku li Madimak û Cizîrê destpêkirî hê jî dewam dike, ev agir wê ji aliyê gelê hejar û tine tê hesibandin ve wê bê vemirandin. Di axaftina komîsyona çandê de wiha hat gotin: “Werin em bibin yek û şerê qirêj têkbibin.”

Ji bo ku Madimakên nû, Cizîrên nû û Sûrên nû pêk neyên gelê Kurdistanê, Elewî, bindest bi kinahî hemû gel bibin yek, têkoşînê bidin meşandin. Di bîranînê de belgefilma qetlîama Sêwasê hate pîşandan, li bel helbest û mûzîkên Pero Piya û koma Nadîa Vîsser bi dawî bûn.

 

...