Li Elmanya derbarê gotinên bi nîjatperestî û kîndariyê pêşnûme

Li Elmanya li ser yasaya derbarê sûcên nîjatperestî û kîndariyê ku di ser înternetê re tê kirin hevkarên koalîsyonê li hev kirin.

Pêşnûmeya derbarê sûcên nîjatperestî û kîndariyê ku beriya niha hin rexne li ser hebûn hate diyarkirin ku ji hêla pisporên Partiyên Yekîtiya Xiristiyan  CDE-CSU û Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ve disa hate amadekirin.

Di pêşnûmeyê de ku vê heftiya were wê were Meclîsa Federal wê mecbûriyetek were ku parvekirinên bi naveroka nîjatperestî û kîndariyê ku yên Twîtter û Facebookê herî dereng di nav heftiyekê de werin jêbirin an jî blokekirin. Kirinên jêbirin an jî blokekirinê wê bi dest saziyên wiha ve werin berdan ku girêdayî Wezareta Dadmendiyê ya Federal bin lê endamên wê serbixwe bin.

Li gorî pêşnûmeyê şîrketên weke Facebook û Twîtterê neçar in ku yekîneyeke rayedar çêbikin ku têkildarî gotinên nîjatperestî û kîndariyê welatiyên Elmanyabikaribin xwe bigihînin wan.

Wezîrê Dadmendiyê yê Elmanya Heîko Maas got pêşnûmeya di behsê de her çendî ji bo ku gotinên nîjatperestî û kîndariyê bi temamî nebe astengek jî wê encameke baş jê derkeve. Maas got li gel gotinên nîjatperestiyê ew armanc dikin pêşî li nûçeyên derewîn ên di ser medyaya civakî re jî bigirin.