Li Êlihê 2 welatiyên astengdar hatin binçavkirin
Li gundê Îzdarê yê navçeya Êlih Kercewsê, bi hinceta endametiya KCK'ê yek jê 65 salî ku çavên xwe nabîne, yê din jî ji aliyê bedenî ve astengdar e, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li gundê Îzdarê yê navçeya Êlih Kercewsê, bi hinceta endametiya KCK'ê yek jê 65 salî ku çavên xwe nabîne, yê din jî ji aliyê bedenî ve astengdar e, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li gundê Izdarê yê navçeya Kercewsê polîs û leşker danê vê sibehê bi hev re derketin operasyonû û avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hecî Îsmaîl Yuce (65) ê ji aliyê bedenî ve astengdar e û Şerîf Yeşîl (65) ê çavên xwe nabîne, hatin binçavkirin. Ji bo binçavkirina Yuce û Yeşîl 'endametiya KCK'ê' weke hincet hat nîşandan. Hat ragihandin ku welatî niha li Midûriyeta Emniyê ya Navçeya Kercewsê tên ragirtin û tê payîn îro danê êvarê derkevin pêşberî Dozgeriya Komarê ya Êlihê.