Li Elezîzê mirina leşker a bi guman

Li Elezîzê mirina leşker a bi guman

Li navçeya Kovancilar a Elezîzê li Qerekola Cendermeyan a Okçular leşkerê bi navê Mustafa Karakurt, hate îdiakirin ku bi guleya ku çeka hevalê wî derketiye jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî îdiayan li Qerekola Cendermeyan a Okçularê ya navçeya Kovancilar a Elezîzê leşkerê bi navê Mustafa Karakurt duh di saetên êvarê de dema ji nobetê vedigeriya, bi guleya ku ji çeka hevalê ku tê îdiakirin bi qezayê çêbûye bi giranî birîndar bû. Karakurt destpêkê rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Tipa Elezîzê û ligel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin.

Malbata Mustafa Karakurt yê ji navçeya Kangal a Sêwasê ye, îro ji Enqereyê bên û cenazeyê bibin Sêwasê.