Li Ekvatorê protestoya komkujiya Parîsê
Li Ekvatorê protestoya komkujiya Parîsê
Li Ekvatorê protestoya komkujiya Parîsê
Li paytexta Ekvator Quîtoyê, di çalakiyeke li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk de hat xwestin, kujerên 3 şoreşgerên jin ên Kurd li Parîsê hatin kuştin, werin eşkerekirin û hat gotin, "Li ber xwe bide gelên Kurdistan û Tirkiyê, em li gel we ne."
Li paytexta Ekvator Quîto, nûnerên Alîanza Paîs a li deshilatdariyê, Partiya Komunîst, rêxistina Ciwanan Dîablûma, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk hatin cem hev û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di komkujiya li Parîsê hatin kuştin, bi dîwarên sefaretxaneyê ve kirin û zextên hukûmeta Erdogan ên li Kurdistan û Tirkiyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Gelê Ekvatorê li cem gelê Tirkiyê yê li ber xwe dide ye", "Bila kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez eşkere bibin", "Navê berxwedanê ne terorîzm e", "Navê dijwariyê ne demokrasî ye" bi dîwarên sefaretxaneyê hatin kirin.
Di axaftinên li ber sefaretxaneyê de hat ragihandin ku ew bi fikarin ku kukjerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, hêzên dijberên aştiyê yên bi dewleta Tirkiyê re têkildar in. Di axaftinan de hat destnîşankirin, ku heta kujer bên eşkerekirin ewê çalakiyên xwe dewam bikin.
Ji berdevkên Komîteya Piştgiriya Ekvator-Kurdistanê Tanîa Barahona da xuyakirin ku li gel hemû hewldanên sazî û hêzên Kurdan ên ji bo bicihanîna pêwistiyên pêvajoya aştiyê jî, hukûmeta Erdogan û parlamenta Tirk gavên berçav neavêtiye. Barahona got, "Di berxwedana dawî ya li Taksîmê de jî hat dîtin, ku hukûmeta AKP'ê hewl dide mirovên yek tîpî biafirîne û nikare xwe li hewldanên demokratîk rabigire. Li herêmê berdevkiya NATO û emperyalîstan dikin. Em li cem gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li ber xwe didin, cih digirin. Em polîtîkayên zexdar ên hukûmeta AKP'ê şermezar dikin."
Çalakî piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.