Li Egeyê erdheja bi pileya 6,2

Li Deryaya Egeyê, erdhejek bi pileya 6,2 pêk hat. Piştî erdehjê û şûnde jî gelek hejîn pêk hatin.

Di erdheja li girava Mîdîlî ya Yewnanîstan a Deryaya Egeyê de pêk hat, li gelek bajaran ev hejîn hate hîskirin.

Televîzyonên Yewnanê diyar kirin ku li bajarokê Plomarî yê dikeve başûrê girava Mîdîliyê pir ji nêz ve ev hejîn hîs kirine, di hinek avahiyan de jî zirar pêk hatiye.

Navenda Lêkolîn û Jeolojîk a Amerîkan (ÛSGS), diyar kir ku erdhej 11 km peravên bajarokê Plomarî ya girêdayî baregeha navendî ya Mîdîliyê pêk hatiye.

Erdhej, di serî de li Îzmîr, Çanakkale, ji Edîrne bigire heta Mûglayê li gelek navendên rojavayê Tirkiyeyê hate hîskirin û bû sedemê tirsê.