Li rojhilatê Efxanîstê li dijî baregehek ya DYA’yê bi wesayîtekî tejî teqemenî êrîşa întîhatî pêkanîn û herî kêm 3 kes mirin, 7 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku rayedarên Efxanîstanê dane, bûyer li Baregeha leşkerî Camp Chapman ya aydê DYA’yê ya li bajarê Xost ku dikeve rojhilatê welat rû daye. Li nêzî dergehê ketina hundir ya baregehê bi wesayîta tejî teqemenî êrîşa întîharî pêkhat. Di bûyerê de herî kêm 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku, di nava kesên mirî û birîndaran de leşkerên DYA’yê tune ne.
Berpirsyartiya êrîşê Telîbana girte ser xwe.
Telîbana di van demên dawî de êrîşên xwe yên li bajarê Xost û herêma rojhilat ya Efxanîstanê zêdekirin. Di êrîşa bombeyî ya întîharî ya meha cotmehê de 3 jê leşkerên NATO 20 kes hatibûn kuştin. Di êrîşek întîharî ya meha hezîranê de jî 3 jê leşkerên NATO 21 kes miribûn, gelek kes jî birîndar bibûn.