Li Rojavayê Kurdistanê li navçeya Şera ya Efrînê Konfedresyona Xwendekarên Welatparêz ji bo avakirina komîteya konfedresyonê civînek li darxist.
Di çarçaveya xebat û rêxistinkirinê de, Konfedresyona Xwendekarên Welatparêz civînek li navçeya Şera ya Efrînê li dar xist. Di civînê de endamên Konfedresyonê Rûken Çîlo û Comerd Efrîn balê kişandin ser rewşa rêxistinkirina xwendekaran, pêşengtiya xwendekaran di nava şoreşê de û avakirina komîteya Konfedresyonê.
Herwiha bi dehan xwendekarên ku di civînê de beşdar bibûn, li ser rojevê nêrinên xwe anîn ziman. Di dawiya civînê de komîteya konfedresyona xwendekarên welatparêz a navçeya Şera hate damezirandin.