Li Efrînê xebatên zimanê kurdî didomin

Li Efrînê xebatên zimanê kurdî didomin

Li Rojavayê Kurdistanê, li gundê Celma yê Efrînê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di dibistana Xalid Bin Elwelîd de ezmûnek ji şagirtên zimanê kurdî re li dar xist.

Li Gundê Celme yê Efrînê SZK'ê di dibistana Xalid Bin Elwelîd de ezmûnek ji şagirtên refa yekê yê zimanê kurdî li dar xistin. Ji ber rewşa ewlekarî ya dijwar li gundên Efrînê SZK'ê yên ku dibistan tê de tuneye li malan şagirtan fêrî zimanê kurdî dike.

Derbarê ezmûnan de Endamê SZK'ê Umer Hido diyar kir ku berê wan şagirtên zimanê kurdî ji gundê Celmê rêdikirin herêma Cindêrisê, lê neha perwerdehiya dibistana gund. Herwiha Hido spasiya mamoste û şagirtên zimanê kurdî kir ku kêfxweşiya xwe derbarê fêrkirina zimanê kurdî ya dibistanan de nîşan da.