Li Efrînê şer: 15 çekdar hatin kuştin, şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Li Efrînê şer: 15 çekdar hatin kuştin, şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Li Efrînê şer: 15 çekdar hatin kuştin, şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Li Efrînê pevçûn di navber şervanên YPG̓᾿ê û Komên çekdar hîn didomin. Di pevçûnên îro de şervanekî YPG᾿ê jiyana xwe jidest da û 15 çekdar hatin kuştin.
Çavkaniyekî ji YPG’ê li Herêma Şêrewa ya Efrînê ragihand ku şervanekî YPG’ê di pevçûnên di navbera YPG᾿ê û komên çekdar de jiyana xwe ji dest da. Her wiha di pevçûnan de ji 15 çekdarên ku êrîşî gundêl Basilê kirine zêdetir hatine kuştin.
Hate destnîşan kirin ku pevçûn ji saetên sibê de di navber komên çekdar ên ku êrîşî gundê Basilê kirin de û şervanên YPG᾿ê ku bi erkê parastina herêmê radibin de rû dan. pevçûn piştî reva komên çekdar ji gundên Burc Ebdalo û Dêr Mişmiş li gudnê Basilê dijwar bûn.Çekdarên Artêşa Azad ên xwe li derdora gundê Basilê ya nêzî Aqînê xwe bi cih kiribûn û êrîş dikirin rastî berxwedana şervanên YPG᾿ê hatin û di encamê de şervanên YPG᾿ê hinek çek destser kirin. Her wiha şervanekî YPG᾿ê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha çavkaniyên herêmê diyar kirin ku komên çekdar ên ku neçar man ku ji hin herêman vekşînin agir bi zeviyên welatiyan xistin. Di êrîşa xwe de komên de tang, doşka û hewan bikaranîn. Pevçûn hîn li ser riya di navbera gundên Ziyarat û Aqîbê ku ji duh êvarê de destpê kirine heta neha jî didomin. Hate ragihandin ku şêniyên herêmê bi yek destî li kêleka şervanên YPG᾿ê sekinîn û alîkariya wan kirin.