Li Efrînê êşa bavekî
Li Efrînê êşa bavekî
Li Efrînê êşa bavekî
Berxwedan Şêx Dede ku 20 roj berê li Atme ji aliyê komên çekdar ve hat revandin, ligel hemû hewldanên bavê wî Mustafa Şêx Dede nehat dîtin. Bav Şêx Dede diyar kir ku kesê bi navê Henan Cemal ku bi kurê wî re ji aliyê çeteyan vehatiye revandin li wî geriyaye û gotiye ku kurê wî serê wî hatiye jêkirin. Şêx Dede got ligel ku ew çûye cem çeteyan jî kurê xwe nedîtiye.
Li Efrînê bavek li kurê xwe digere. Mustafa Şêx Dede li Lubtananê bû û piştî agahî girt hat Îdlîp û Atmeyê.
Kurê wî li Atmeyê ji aliyê komeke çeteyan ve bi 40 kesî re hatiye girtin. Yên hatine girtin beşeke mezin ji wan hatiye berdan. Lê kurê Mustafa Şêx Dede, Berxwedan Şêx Dede û 3 kesên din nehatine berdan.
Kesê bi navê Henan Cemal ku bi kurê wî re hat girtin, agahiyê dide bavê wî dibêje çeteyan serê kurê wî çêkiriye. Li ser vê Şêx Dede ji Lubnanê tê. Şêx Dede wiha got: “Mehek berê ez û kurê xwe çûn Lubnanê. Em dixebitin. Çend roj şûnde kurê min vegeriya. Dema tê li nêzî Idlîpê ji aliyê çeteyan ve tê girtin. Ev 20 roje hêj bernedane. Lê sê roj berê Henan Cemal ku bi wî re hat girtin, agahiya ku serê kurê min jêkirina da min. Ez jî hatim. Duh ez hatim Atme. Min ji komên çeteyan pirsî. Ez birim cihekî. Li wir kesekî ku serê wî hatibû jêkirin hebû. Ne kurê min bû. Lê min di dîtina kurê xwe de israr kir û gotin 100 hezar pereyê Sûriyeyê bide mê nîşanê te bidin.
Tu aliyê wan yên mirovahî nemaye. Beyî ku rewşa kur êmin bêjin, ji min pere xwestin. Hinek kesên serê wan hatibûn jêkirin nîşanê min dan. Min ji wan re got kurê min şax e an miriye, gotin ew ne karê te ye, xwe tevli wan tiştan neke. Gotin; Ji vir biçe, nokteya YPG’ê nêzî vir e, dema me avêt wir, here ji wir bigire.
SÛCÊ WÎ EVE KU DU SAL BERÊ ÇÛYE LEŞKERIYÊ
Şêx Dede wiha got: “Li gorî agahiyên Henan Cemal, tê gotin ku kurê min ji ber ku du sal berê çûye leşkeriyê tê darizandin û rastî îşkenceyên mezin hatine. Tu derdekî van koman yên wekê welatiyan ji rejîma Baas rizgar bike nîne. Berovajî vê zext û îşkenceyê pêk tînin. Yên ku têkoşîna şoreşgerî didin xizanin. Şoreş jî ji bo ku xizan ji zilmê xilas bibin tê kirin. Em kesên xizan û feqîkirin. Ji bo nanê xwe em çûn Lubnanê. Girtina me kesên xizan dê çawa xizmetê ji gel re bike. Ev ne şoreşe, ev li dijî şoreşê ye. Zarok min revandine, gotine te li leşkeriyê çend kes kuştiye û îşkence lê kirine. Lê vana jî bi salan ji artêşa Sûriyeyê re xizmet kirine.hinek heta generaltiyê çûn.”
JI BER KU KURD BÛN HATIN GIRTIN
Şêx Dede di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kesê bi kur êmin re hatine girtin hemû ji ber kurdbûna xwe hatine girtin. Sûcên wan yên din hincete. Ev 20 roj derbas bû, ji kurê min agahî nîne. Ev jî dilê min pir diêşîne. Mirî an sax bila kurê min bidin min. Ji bo vê çi hewcebe dikim. Çi dixwazin didim, bila min bikujin, kurê min bidin min. Ezê bê deng nemînim. Tê gotin ku bi awayekî hovene hatiye kuştin. Çi ji detê min bê dikim.”
Mustafa Şêx Dede tenê yek ji bavên ku li zarokên xwe digere ye.Di destê wî de wêne, kolan bi kolan derî bi derî li kurê xwe digere.