Li Efrînê 27 şervanên azadiyê hatin bibîranin
Li Efrînê 27 şervanên azadiyê hatin bibîranin
Li Efrînê 27 şervanên azadiyê hatin bibîranin
Li Efrînê Saziyê Malbatên Şehîdan merasîma bîranina 27 şervanên azadiyê ku di heyva Sibatê û di salên cûda, di nava tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn li dar xist.
Li Efrînê Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca bîranina 27 şervanên azadiyê merasîm li dar xist. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre Endamê Koordînesyona Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM)'ê Ferhad Dêrik axivî û dazanîn ku şehîdên gelê kurd bingeha tekoşînê sazkirine.
Koçer diyar kir ku gelê Kurd di hemû rewşan de bi saya şehîdên xwe pêş de çûne û li ser riya wan bingeha azadiya xwe danîne. Di dawiya axaftina xwe de Koçer komkujiya li Eşrefiyê ya Helebê ku 22 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn şermezar kir û berxwedana gel û ya YPG'ê ya li Serêkaniyê silav kir.
Di merasîmê de nameya Fermandara PKK'ê Viyan Soran ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û piştre belgeyên 27 şervanên ku merasîm ji bo bîranîna wan hatibû lidarxistin, hate xwendin.