Li Efrîn û Serêkaniyê 4 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe ji dest dan

Li Efrîn û Serêkaniyê 4 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe ji dest dan

Di pevçûnên li Serêkaniyê û Efrînê 4 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiyan xwe ji dest dane.

Fermandarê giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ku tevlî bernameya taybet a Ronahî TV bû diyar kir ku di pevçûnên li navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 şervanên YPG᾿ê  û 2 şervanên  din li Serêkaniyê di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Hemû, da zanîn ku ew ê heta dawî û bi hemû hêza xwe parastina herêmên kurda bikin û bang li gelê kurd kir ku li kêleka zarên xwe yên di nava YPG᾿ê de bisekinin û bi girseyî tevlî merasîmên defin kirina 4 şervanên wan bibin.