Li Efrîn û Babê teqîn pêk hatin
Li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê wesayîteke bombebarkirî teqiya. Li Babê jî teqemeniyek di wesayîtekê de teqiya.
Li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê wesayîteke bombebarkirî teqiya. Li Babê jî teqemeniyek di wesayîtekê de teqiya.
Li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê yên çete de ye wesayîteke bombebarkirî teqiya.
Li Babê jî nêzî nexweşxaneya Farabî teqemeniyek di wesayîtekê de teqiya û hat ragihandin ku di encama teqînê de hin kes birîndar bûne.
Derbarê encamên teqînên li Efrîn û Babê de agahiyên berfireh nehatin bi dest xistin.