Li Efrîkayê nêçirvaniya fîlan kêm bûye, lê ne bes e

Li Efrîkayê nêçirvaniya fîlan di sala 2011’î de derketibû rêjeya herî zêde. Lê belê piştî wê ev demeke kêm bûye. Ev pêşketineke baş be jî ne bes e. Lewre fîl, bi metirsiya tinebûnê re rû bi rûne.

Li Efrîkayê sala 2011’î nêçirvaniya fîlan derketibû asta herî bilind. Ji ber nêçirê mirina fîlan ji sedî 10 zêde bibû. Li gorî lêkolîneke di Kovara Nature Communications de hatî weşandin de, ev rêje sala 2017’an ji sedî 4 kêm bibû.

Zanyarên Zanîngehên Fribourg û Yorkê û lêkolînerên CITES a navenda wê li Cenevreyê ye û ajal û sewalên di bin gefa tinebûnê de ne lêkolîn dikin, vê kêmbûna rêjeyê bi bazirganiya diranên fîlan û nelirêtiyê ve girê didin.

Li gorî çapemeniya RTS’ê ya Swîsreyê, şefê yekeya CITES’ê David Morgan diyar kiriye, “Welatên bazirganiya diranê fîlan dikin, di bin gefa welatên din ên CITES’ê de ne” Lewre bandoreke vê yekê li ser kêmbûna rêjeya nêçîra fîlan kiriye.

Her çiqas nêçîrvaniya fîlan kêm bibe jî hê li gelek welatên Efrîkayê nêçîra wan tê kirin. Her sal di navbera 10-15 hezar fîl bi awayekî der-qanûnî tên kuştin.

Beriya kolonîbûna Ewropayê destpê bike gelheya fîlan a li Efrîkayê ji 20 mîlyonî zêdetir bû. Lê belê tê ragihandin ku niha tenê 350 hezar fîl mane.