Li Edliyayê protestoya Taksîmê: 30 parêzer hatin binçavkirin

Li Edliyayê protestoya Taksîmê: 30 parêzer hatin binçavkirin

30 parêzerên li Edliyeya Çaglayanê êrîşa polîsan a li Qada Taksîmê protesto kir, hatin binçavkirin.

Parêzerên êrîşa polîsan a li Taksîmê protesto kirin, di têketina Edliyeya Çaglayanê de  li ber peykerê Temîs çalakiya bi çepikan pêk anîn.

Parêzeran dirûşmeya ‘Her der Taksîme, her der berxwedane’ berzkirin û polîsên hêzên çevîk êrîşê parêzeran kirin.  Bi biryara serdozgeriyê nêzî 30 parêzer hatin binçavkirin.

Di dema mudaxaleyê de  li korîdorên edliyeyê û kalemên dadgehê anonsa: “Kesê çalakiyê pêk bînin dê bên biçavkirin. Ji bo gelê me yê di şaneşînê çepikan lê didin tê, îlankirin. Neçin cem komên çalakger. Kesên tevli çalakiyan bibin û piştgiriyê bidinê dê bên binçavkirin. Ji çalakî û cihên çalakiyan dur bikevin.” hat kirin.